Bi hinceta 'dermankirina PKKyiyan' 3 bijîşk hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê 3 bijîşk bi hinceta ku endamên PKKyê derman kirine hatin desteserkirin.
Li gorî daxûyaniya Parêzgariya Bedlîsêya Bakurê Kurdistanê, di koordîneya Serdozgeriya Komarê ya heman parêzgehê de bi armanca eşkerekirina kar û xebatên PKKyê lêkolîn hatine birêvebirin.
Li gorî Parêzgariya Bedlîsêya, bi hince ku "PKKyiyan derman kirine û li derveyî Tirkiyê jî li nexweşxaneyên ku peywendiya wan bi PKKê re hebûye kar kirine" 3 bijîşk hatinde desteserkirin.
Hat ragihandin ku kar û barên yasayî yên her 3 bijîşkan berdewam e.