Ji ber hevpeyvîna bi Salih Muslim re li Nevşîn Menguyê doz hat vekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber hevpeyvîna bi Hevserokê PYDyê Salih Muslim re li rojnameger Nevşîn Menguyê doz hat vekirin.
Nevşîn Mengu 14ê Kanûna Pêşîn a 2024an ji ber heman mijarê hatibû desteserkirin û piştre hatibû berdan.
Ji ber hevpeyvîna bi Salih Muslim re ji rojnameger Nevşîn Menguyê re bi îdiaya “Propagandaya rêxistina terorê” doz hat vekirin û ji 1 sal û 6 mehan heta 7 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê hat xwestin.
Li gorî îdîanameya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê Nevşîn Mengu li ser hesabê xwe yê medya civakî bi awayekî vekirî hevpeyvîna xwe ya bi Salih Muslim re belav kiriye û "bi vî awayî çalakiyên rêxistinê û rêbazên ku tundûtîjiyê li xwe digrin rewa nîşan daye."
Di îdianameyê de Nevşîn Mengu bi “propagandakirina rêxistina terorê” hatiye tawanbarkirin û ji bo wê ji 1 sal û 6 mehan heta 7 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê hatiye xwestin.
Nevşîn Mengu piştî ketina rejima Beşar Esed çûbû Sûriyeyê kiribû û bi endamê Konseya Serokatî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim re li ser pêşveçûnên dawî hevpeyvînek kiribû û li ser hesabê xwe belav kiribû.
Lê piştre gotibû hevalên wê yên hiqûqnas hişyarî daye wê ku dibe ev hevpeyvîn bikeve çarçoveya “pesindayîna tawan û tawanbar”.
Piştî wê jî Mengu vîdeoya Salih Muslim ji ser hesabê xwe rakiribû û gotibû ew naxwaze rê li ber şaş fêmkirinê veke.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê piştî hevpeyvîna bi Hevserokê PYDyê Salih Muslim re hi hinceta ku di hevpeyvînê de gotinên "pesinda rêxistina terorê hene" derbarê Nevşîn Menguyê de lêpirsîn dabû destpêkirin.