RAPIRSÎ - Rêjeya dengên kîjan partiyan zêde bûye?

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kompanyaya Lêkolînan a ORCê Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Lêkolînan a ORCê encamên rapirsiya dawî ya vê salê derbarê rêjeya dengên partiyên siyasî belav kir.

Li gorî rapirsiyê AK Partî partiya yekem e û di navbera wê û CHPyê de ji sedî 2 ferq heye.

Kompanyaya Lêkolînan a ORCê, encamên rapirsiya ku di navbera 19 û 23 Kanûna Pêşîn de li 28 bajaran bi 3 hezar 920 kesan re kiribû eşkere kir.

Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsa “Eger vê yekşemê hilbijartin werin kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hat kirin.

Li gorî rapirsiyê rêjeya dengê partiyan wiha ye:

AK Partî: Ji sedî 30,8

CHP: Ji sedî 28,7

MHP: Ji sedî 9,1

DEM Partî: Ji sedî 7,4

Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 5,3

ÎYÎ Partî: Ji sedî 4,9

Partiya Zaferê: Ji sedî 4,1

TÎP: Ji sedî 1,6

Yên din: Ji sedî 6,4

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst