Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Balikesîrê yê Tirkiyeyê servîsa xwendekaran û barhilgirek li hev qelibîn û di qezayê de 26 kes birîndar bûn.
Li navçeya Pamukçuyê ya Balikesîrê îro servîsa xwendekaran û barhilgirek li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê gelek ambûlans, cendirme û polîs çûn cihê qezayê.
Di qezaya trafîkê de 26 kesên di servîsê de birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên derdorê.
Rewşa 8 xwendekaran dijwar e
Lê hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya 8 xwendekarên birîndar giran e.
Parêzgarê Balikesirê Îsmaîl Ustaoglu jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got:
“Li navçeya Pamukçuyê demjimêr derdora 08:53yan servîsa dibistanê û barhilgirek li hev qelibîne ku 27 jê xwendekar bi giştî 29 kes di servîsê de bûn.
Li gorî zanyariyên destpêkê rewşa 8 xwendekaran giran e.
Tîmên tenduristiyê hemû xwendekarên birîndar veguhastine nexweşxaneyan.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse