Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPyê Ozgur Ozel derbarê mûçeyê herî kêm hikûmet rexne kir û got, “Yên li ser Sûriyeyê qehremaniya sexte dikin, mijê dixin ser rojeva rast."
Çaremîn civîna Komîsyona Destnîşankirina Mûçeyê Herî Kêm doh bi serokatiya Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî yê Tirkiyeyê Vedat Işikhan hat kirin.
Civîn bi şev hat kirin û şandeya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (TURK-ÎŞ) beşdar nebû.
Mûçeyê herî kêm bû 22 hezar û 104 lîreyên Tirkî
Vedat Işikhan piştî civînê di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku ji 1ê Kanûna Paşîn a 2025an û pê ve mûçeyê herî kêm dibe 22 hezar û 104 lîreyên Tirkî ku dike 627 dolarên Amerîkî.
Mûçeyê nû yê herî kêm bû sedema nerazîbûnan.
“Kedkar neçarî mûçeyê sefaletê kirine”
Serokê CHPyê Ozgur Ozel li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mûçeyê herî kêm hikûmeta Tirkiyeyê rexne kir û got:
“Mûçeyê herî kêm ku îro bi lez û bez di civîna komîsyonê de wekî 22 hezar û 104 lîre hatiye diyarkirin, nîşaneya dawî ya dûrketina Tayyîp Erdogan a ji rastiyên welat e.
Ew kesên bi rojan e dibêjin me li Sûriyeyê serkeftin bi dest xistiye, kedkar rûbirûyî têkçûnê hiştine û neçarî mûçeyê sefaletê kirine.
Yên li ser Sûriyeyê qehremaniya sexte dikin û mijê dixin ser rojeva rast, di nav wê mijê de careke din heqê karkeran xwarine.”
Serokê CHPyê li beramberî mûçeyê nû banga greva kar li karkeran kir û got:
“Ez rêveberiya TURK-ÎŞê pîroz dikim ku beşdarî vê civînê nebûye.
Ez bangî çîna karkeran dikim ku hêza xwe ya ji hilberînê tê bi kar bîne.”
Mûçeyê herî kêm yê îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 17 hezar û 2 lîreyên Tirkî ye û nêzîkî 7 milyon kes bi wî mûçeyî dixebitin.
Hikûmeta Tirkiyeyê ew mûçe bi qasî 5 hezar û 100 lîreyî zêde kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse