Li peravên Îzmîrê 76 koçber hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên navçeyên Seferîhîsar û Karaburunê yên parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê 76 koçber hatin desteserkirin.
Li peravên Seferîhîsar û Karaburunê yên Îzmîrê di du operasyonên cuda de ku ji aliyê Fermandariya Ewlehiya Peravan ve hatin kirin, 76 koçber hatin desteserkirin.
40 ji koçberên desteserkirî zarok in lê nehatiye diyarkirin bê ma xelkê kîjan welatî ne.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Ewlehiya Peravan, li peravên Seferîhîsarê di nav belemeke lastîkî de hinek koçber hatine dîtin.
Tîmên fermandariyê belem rawestandiye û tê de 37 koçber desteser kirine ku 17 ji wan zarok bûne.
Li peravên Karaburunê jî 39 koçberên din hatine desteserkirin ku 23 ji wan zarok bûne.
Hêzên ewlehiyê piştî karûbarên destpêkê, hemû koçberên desteserkirî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Bajêr kirin.