Pervin Buldan: Pêwîst e hesabên siyasî yên li pişt komkujiya Parîsê bêne eşkerekirin

25-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan got: “Pêwîst e sedem û hesabên siyasî yên li pişt komkujiya Parîsê demildest bêne eşkerekirin.”

Şaxa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Manîsayê, îro 25ê Kanûna 2022ê 4emîn Kongreya xwe ya Asayî li holeke dawetê saz kir.

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan di kongreyê de axivî û ragihand, pêwîst e sedem û hesabên siyasî yên li pişt Komkujiya Parîsê demildest bêne eşkerekirin û rastî derkevin holê.

Buldan got: “Li Parîsê du roj berê kuştina 3 welatparêzên me yên Kurd ne bûyereke ji rêzê û asayî ye. Ez dixwazim sedem û hesabên siyasî yên li pişt komkukiya Parîsê demildest bêne eşkerekirin û rastî derkevin holê. 9ê Çileya 2013an dîsa 3 jinên Kurd li Parîsê hatin qetilkirin. Eger ew komkujî bihata ronîkirin dê ev komkujî nebûya. Em behsa rewşeke wisa nakin ku bi lêborîn û sersaxiyê derbas bibe. Daxuyaniya Macron a 'Li Fransayê Kurd bûne armanc' her tiştî eşkere dike.”

Buldan dibêje, Kurd li hemû cîhanê dibin armanc û yên ku dijminatiya Kurdan dikin berpirsyarê vê yekê ne.

Buldan wiha berdewam kir: “Bila zanibin ku hebûna Kurdan û siyaseta wan bi nefretê re rûbirû ye, lê dê Kurd tekoşîn û siyaseta xwe berdewam bikin û hebûna xwe biparêzin. Me gelek pêvajoyên bi vî awayî dîtin, me kuştinên kiryar nediyar dîtin, me dît ku gundên me hatine şewitandin, di salên ku em dihatin sirgûnkirin de me hemûyan berdêlên giran dan. Me ti carî dest ji tekoşîn, nasname û çanda xwe berneda û em bernadin jî. Dê ji niha û pê ve jî wiha be. Her kes neçare rêzê nîşanî siyaset, tekoşîn, hebûn û nasnameya Kurdan bide.”

Derbarê siyaseta Tirkiyê û hilbijartinan de jî Hevseroka Giştî ya HDPê got: “Her kes baş dizane ku di hilbijartina serokkomariyê de erka herî girîng li ser milê HDPê ye. HDP xwedî rolek girîng û kilîd e. Em hêzeke wisa mezin in ku dê sîstema serokkomariyê bê guhertin û hêza şandina Recep Tayyip Erdogan di destê me de ye. Ev hilbijartin ji bo me hemûyan girîng e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst