Kalin êrîşa Parîsê bi Rojavayê Kurdistanê ve girêda

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin, bûyerên piştî êrîşa li Parîsê ku di encamê de 3 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dan, kir fersendek ji bo rexnekirina siyaseta Fransayê ya ji bo piştgiriya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û ji berpirsên Fransayê re got, “Ev PKKya li Fransayê, heman rêxistina terorê ye ku hûn li Sûriyê piştgiriya wê dikin.”

Îbrahîm Kalin li ser hesabê xwe yê Twitterê dîmenên tundiya li kolanên Parîsê piştî êrîşa çekdarî ya li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya parve kirin û di peyamekê de behsa PKKê û siyaseta Fransayê ya li Rojavayê Kurdistanê kir.

Kalin got, “Ev PKKya li Fransayê, heman rêxistina terorê ye ku hûn li Sûriyê piştgiriya wê dikin. Heman PKK’ê di 40 salên dawî de bi hezaran Tirk, Kurd û hêzên ewlehiyê kuştin. Niha jî kolanên Parîsê dişewitînin. Ma hûn dê hîn jî bêdeng bimînin?”

Pêr roja Înê 23ê Kanûna 2022an li navenda Parîsa paytexta Fransayê kesekî temen 69 salî bi çekê êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 welatiyên Kurd ên ji Bakurê Kurdistanê hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Ew welatiyên Kurd ku canê xwe ji dest dane ev in: Hunermend Mîr Perwer xelkê navçeya Gimgima Mûşê, Emîne Kara xelka navçeya Qilebana Şirnexê û Ebdullrehman Kizil.

Piştî êrîşê, diyasporaya Kurdan li Fransayê dest bi xwepêşandanan kirin û li gor zanyariyên hatine belavkirin, di xwepêşandanên li seranserê Fransayê de 31 polîs birîndar bûne û 11 kes jî hatine desteserkirin.

KCKê Tirkiye wek sûcar nîşan da

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), îro Yekşemê 25ê Kanûna 2022an daxuyaniyek belav kir û li ser êrîşa Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê ragihand, “Ev komkujî ji aliyê hikûmeta faşîst a AKP-MHP û MITê ve hatiye kirin.”

KCKê diyar kir ku di êrîşa Parîsê de ku 3 kesan canê xwe ji dest dan, “Hedefa sereke Endama Konseya Rêveber a KCKê Emîne Kara bû.”

KCK di daxuyaniya xwe da bal kişandiye ser bûyera kuştina 3 jinên siyasetmedarên Kurd a di sala 2013an de li Parîsê û dibêje, pêwîst e dewlet û hikûmeta Fransayê bi diristî reftarê ligel van du komkujiyan bike û rastiyan eşkere bike.

Nasnameya kesê êrîşkar

Piştî êrîşê, êrîşkarê 69 salî yê bi navê Williams M. hat desteserkirin. Dozger Laure Beccuau da xuyakirin, Williams M. endamê klûba guleberdanê ye û di destê wî de çekek hebûye.

Êrîşkar, William M. şofêrê xanenşîn yê trênê ye. Di Kanûna sala borî de ji ber êrîşa ser kapmeke koçberan hatiye girtin û beriya êrîşa li dijî navenda Kurd bi 11 rojan bi kefalet û çend mercan hatiye azadkirin.

Di dawiyê de êrîşkar ji ber rewşa xwe ya tendirustî ji girtîgehê hat derxistin û bo nexweşxaneya derûnî hate veguhestin. Ji ber vê yekê derketina wî ya pêşberî dadgehê bo demeke nediyar hatiye paşxistin.

Li gorî daxuyaniya dozgeriya Parîsê, doktorê ku êrîşkarê Fransî yê 69 salî muayene kiriye, ragihandiye ku tendirustiya êrîşkar bi şert û mercên girtîgehê re li hev nayên û ji ber wê yekê bo klînîka psîkiyatriyê ya li rêveberiya polîsan hat veguhastin.

Hatiye ragihandin, ger rewşa wî ya tendirustiyê destûrê bide, dê ji aliyê dadwer ve lêpirsînê pê re dest pê bike.