HDP pêşniyara hilbijartina pêşwext pêşkêşî parlamentoyê dike

25-12-2021
Ferdî Sak
Logoya HDPê-Parlamentoya Tirkiyê
Logoya HDPê-Parlamentoya Tirkiyê
Nîşan HDP Parlamentoya Tirkiyê Hilbijartinên Pêşwext
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dixwaze pêşniyara hilbijartina pêşwext pêşkêşî Parlamentoyê bike û bo vê armanca  jî ji bilî ÎYÎ Partiyê biryar e ligel partiyên din ên opozîsyonê bicive.

Pervîn Buldan, Hevseroka HDPê, dibêje, “Em di wê bawerê de ne ku Parlamentoya Tirkiyê daxwaza hevbeş a ji bo hilbijartinê ji aliyê partiyên opozîsyonê bi sûd dibe. Eger em ligel partiyên din hevbeşiyê bikin, piştî serê salê ligel destpêkirina rûniştinên parlamentoyê, armanca me ew e em pêşniyarnameyekê di vî warî de pêşkêşî parlamentoyê bikin.”

Nêrîna partiyên opozisyonê

Partiyên opozîsyonê dibêjin, di hilbijartina bê de ew dê desthilatê bidest bixin. Ew behsa qonaxa piştî AK Partiyê dikin.

Kemal Kiliçdaroglu, Serokê CHPê, diyar dike, “Piştî ku em di hilbijartinê de bi ser ketin wê demê em dê rûnîn û bibêjin ka em çi biryarekê bidin? Ev nabe. Pêwîst e em destpêkê bizanin ka em dê çi bikin. Niha bê baweriyeke zêde di navbera hikûmetê û welatiyan de heye û rêjeya ji sedî 67ê pereyê xelkê di bankeyan de diravên biyanî ye.”

Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê ku ligel CHPê di nav Hevpeymana Millet de ye, di bernameyeke taybet a li ser hejarî û bêkariyê de ragihand, Erdogan ji ber damezrandina kadroyên bê şiyan kalîteya saziyan daxistiye.

Meral Akşener, Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê, radigihîne, “Saziyên me yên birêkûpêk ji ber kadroyên bê şiyan ziyaneke  zêde dibînin. Ji ber vê yekê em îro li vir bo vê rewşê dibêjin raweste, herwiha   bo guherîna vê rewşê ku ew wek çarenivîsê  bi nav dikin pêngaveke girîng diavêjin.”

Paketa nû ya aboriyê

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di çarçoveya civîneke ligel beşek ji aborînas û akademîsyenan de li Stenbolê red kir ku Tirkiye di rewşeke xirab de be. Berovajî vê yekê got, wan di aboriyê de guhertin kirine.

Recep Tayip Erdogan, Serrokomarê Tirkiyê, dibêje, “Ligel ragihandina wê paketa aborî ku me amade kiribû, me dît ku kefa li ser diravên biyanî di rojekê de nema.”

Berpirsên hikûmeta Tirkiyê şanaziyê bi vê hewla Erdogan dibin ku serkeftî bûye di daxistina nirxê dolar de.

`Ev rewş bo aboriyê gelek giran e`

Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê Ali Babacan ku wezîrê berê yê aboriya Tirkiyê ye û di kabîneya AK Partiyê de wek endazyarê aboriyê dihat naskirin, dibêje:

Ali Babacan, Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê, destnîşan dike, “Dibêjin temaşe bikin me çawa nirxê diravên biyanî daxist, bi vê yekê jî kêfxweş in û wek tişteke baş difiroşin welatiyan. Di rastiyê de ev bilindbûn û nizmbûn bo aboriyê gelekî giran e .”

Li gor rojjimêra hilbijartinên Tirkiyê, heta Hezîrana 2023ê hilbijartin nayê kirin. Tevî ku opozîsyon guvaşê bo hilbijartina pêşwext çêdike, lê AK Partî pêdagire li ser wêya hilbijartin di dema xwe de bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst