Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê îro Înê 25ê Kanûna 2020 li 7 qezayên Stenbolê operasyon pêk anîn. Wêne: IHA
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê li dijî rêxistina El Qaîde û DAIŞê operasyonek hat kirin. Polîsan li 7 bajarokan bi ser gelek navnîşanan de girtin ku berê hatibûn destnîşankirin û di operasyonê de 10 gumanbarên biyanî hatin desteserkirin.
Ajansa IHA ya Tirkiyê ragihandiye, tîmên Rêveberiya Têkoşîna Dijî Terorê ya ser bi Rêveberiya Asayîşa Stenbolê ve îro Înê 25ê Kanûnê li dijî gumanbar û kesên hevkariya El Qaîde û DAIŞê dikin operasyonek dan destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de li 7 bajarokan operasyoneke hevdem bo ser çend navnîşanan hat kirin.
Heman ajansê diyar kiriye, di operasyonê de 10 gumanbarên biyanî hatine desteserkirin, lê nedaye diyarkirin ku ew kes xelkê kîjan welatî ne.
Kesên desteserkirî bo Rêveberiya Asayîşa Stenbolê hatine veguhestin.
Derbarê nasnameya kesên desteserkirî de ti zanyarî nehatine belavkirin.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li wan navnîşanan pişkinîn jî pêk anîne û dest bi ser hin kelûpelên kesên desteserkirî de jî girtine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse