Davutoglu rêveberiya Partiya Paşerojê aşkere kir

25-12-2019
RÛDAW
Nîşan Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu Tirkiye Lîbya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ahmet Davudoglu di konferanseke rojnamevaniyê de rêveberiya partiya xwe aşkere kir.

Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu konferanseke rojnamevaniyê saz kir û rêveberiya partiya aşkere kir.

Ahmet Davutoglu di wê konferansa rojnamevaniyê de derbarê dawîn pêşhat û nîqaşên wî welatî de jî axivî û li ser meseleya çêkirina Qenal Îstanbul de got ku wî ngeraniyên xwe yên li ser vê projeyê Çileya 2018an pêşkêşî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kirine û got ku divê ev proje bê betalkirin û aşkere kir ku ew dê raporteke berfireh li ser vê projeyê amade bikin.

Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu derbarê rêkevtina Tirkiyê ya li gel Lîbyayê jî piştevaniya xwe ji hikûmeta Tirkiyê re derbirî û got, “Rojhilatê Derya Spî girîngtirîn qada tevgerê ya Tirkiyê ye ku berjewendiyên me tê de hene û divê neyê paşguhkirin.”

Herwiha li gor lîsteya ku ji aliyê Ahmet Davutoglu ve hatiye belavkirin, rêveberiya Partiya Paşerojê wiha ye; Berpirsê Karûbarên Siyasî û Berdevkê Partiyê Selîm Temurcî, Berpirsê Teşkîlatê Nedîm Yamali, Berpirsê Hilbijartin û Kaûrbarên Yasayî Ayhan Sefer Ustun, Berpirsê Karûbarên Civakî Selçuk Ozdag, Rêveebrê Komîteya Çavdêriya Polîtîkayê Ferîdun Bîlgîn, Berpirsê Bajarvanî û Rêveberiyên Xwecihî Dogan Demîr, Berpirsa Ragihandinê Neslîhan Çevîk, Berpirsê Peywendiyên Derve Umît Yardim, Berpirsê Karûbarên Civakî Feramuz Ustun, Berpirsê Lêkolîn, Înformatîk û Pêşxistinê Etyen Mahçupyan, Berpirsê Karûbarên Mafên Mirovî Vahdettîn Înce, Berpirsê Perwerdeya Navxwe ya Partiyê Mehmet Alî Palcu, Berpirsa Karûbarên Rewşenbîrî Sema Îlkîn, Berpirsa Karûbarên Jinan Habîbe Çîftçîoglu Başer, Berpirsê Karûbarên Ciwanan Mustafa Gozel, Berpirsê Karûbarên Îdarî û Darayî Abdullah Başçi, Sekreterê Giştî Şenol Gurşan.

Serokwezîrê pêştir ê Tirkiyê û Serokê AK Partiyê yê berê Ahmet Davutoglu roja 13ê vê mehê li Enqereya paytexta Tirkiyê bi fermî damezrandina partiya xwe, Partiya Paşerojê ragihandibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst