Pêvajoyeke nû ji bo çareseriya pirsgirêka kurd

Amed (Rûdaw)- Piştî Şer û Pevçûnên vê dawiyê yên Bakurê Kurdistanê Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu daxwaza civînê ji her 3 partiyên dijbereyê kiriye, her yek ji HDP û CHP û MHPê bi awayekî erênî bersiva banga Davûtoglu dane û roja 30ê vê mehê wê gotûbêjên wan dest pê bikin.

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu dê di dawiya sala 2015ê de bi Partiya Komarî ya Gel CHPê û Partiya Demokratîk a Gelan HDPê re hevdîtinan pêk bîne. Ji ber ku ev hevdîtin di demeke ku şer û pevçûn li Bakûrê Kurdistanê zêde ne, pêk tê, girîngiya van hevdîtinan zêde dibe.

Her wiha ji bo Bakûrê Kurdistanê hevdîtina herî girîng a bi HDPê re tê dîtin. Akademîsyen vê yekê krîtîk dibînin.

Akademîsyenê Zaningeha Dîcle, Halîs Ozer ji Rûdawê re ragihand: “Ez bawerdikim ku dê mijara sereke çêkirina makezagoneke nû be. Eger hevdîtin bi awayeke erênî bimeşe jî dibe ku pêvajoyeke nû ji bo çareseriya pirsgirêka kurd dest pê bike. Lê tişta herî girîng ewe ku hevdîtinên bi vî rengî zêdetir bin.”

Gelo dê di hevdîtinan de ji bo rawestandina şer û pevçûnên Bakûrê Kurdistanê danûstan bêne kirin. Pispor amaje dikin ku dê mijara sereke rawestandina şerê Bakûrê Kurdistanê be.

Pisporê Siyasetê Vedat Koçal ji Rûdawê re ragihand: “Herdû nûnerên aliyên şer tên cem hev ev gîrîng e. Ez di wê nêrînê de me ku herdû aliyan jî bawer nedikir ku şerê bajaran evqasî dirêj be û bibe krîz. Bi dîtina min dê hewl bidin ku şer bidin sekinandin û faxwazan bidin nîqaşkirin.”

Rayedarên Hikumeta Tirkiyê û yên HDP piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê ji bo avakirina hikumetê hevdîtin pêkanîbun Piştî wê hevdîtinê cara yekem ku dê hevdîtin bi asteke bilind de pêk were.