Mark Rutte û Erdogan şerê Ukrayna-Rûsyayê gotûbêj kir
Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan şerê Ukrayna-Rûsyayê gotûbêj kir.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro Kuliyeya Serokomariyê Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte pêşwazî kir.
Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî bi qasî saetekê dewam kir.
Serokatiya Ragihandinê ya Tirkiyeyê derbarê hevdîtina Erdogan û Rutte daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de tiştên ji bo bidawîkirina şerê Ukrayna-Rûsyayê û êrişên li Xeze dikarin bên kirin hatin nirxandin.
Serokatiya Ragihandinê ya Tirkiyeyê her wiha ragihand ku mazûvaniya Tirkiyeyê ya Lûtkeya NATOyê ya 2026an, piştevaniya dabînkirina alavên pîşesaziya parastinê ya hevpeymanên NATOyê ya ji bo Tirkiyeyê hatin nirxandin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Serokê Ragihandina Serokkomariyê Fahrettin Altun û Serşêwirmendê Polîtîkayên Derva û Ewlehiyê yê Serokkomar Akif Çagatay Kiliç jî di civînê de hevaltiya Erdogan kirin.