ORC: Li Stenbolê dengên DEM Partî û CHPyê zêde bûne

25-11-2024
RÛDAW
Nîşan ORC Rapirsî Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Kompanyaya Lêkolînê ya ORCyê li parêzgeha Stenbolê piştî hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan rêjeya dengên CHP û DEM Partiyê zêde bûye.

Kompanyaya Lêkolînê ya ORCyê navbera 15 û 22yê Çiriya Paşîn li parêzgeha Stenbolê li gel 5 hezar û 130 kesan rapirsiyek derbarê hilbijartinan kir.

Di rapirsiyê de pirsa “Eger vê yekşemê hilbijartin bê kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê” hatiye kirin.

Ji sedî 34,5ê beşdaran gotiye CHP ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de rêjeya dengên wê ji sedî 28,49 bû.

Herwiha li gor rapirsiyê rêjeya dengên DEM Partiyê jî zêde bûye û ji sedî 8,5ê beşdaran gotiye ew dê dengê xwe bidin DEM Partiyê.

Li gel vê yekê rêjeya dengên AK Partiyê jî ji sedî 31,3 ye ku 14ê Gulanê ji sedî 35,77 bû.

Encama  rapirsiyê bi vî rengî ye:

 “Eger vê Yekşemê hilbijartin bê kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê”

CHP: Ji sedî 34,5

AK Partî: Ji sedî 31,3

DEM Partî: Ji sedî 8,5

MHP: Ji sedî 5,6

Partiya Zaferê: Ji sedî 4,2

ÎYÎ Partî: Ji sedî 3

14ê Gulana 2023an

Stenbol

CHP: Ji sedî 28,49

AK Partî: Ji sedî 35,77

DEM Partî: Ji sedî 8,13

MHP: Ji sedî 6,08

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst