Kabîneya Tirkiyeyê îro dicive

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kabîneya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Tirkiyeyê îro bi serokatiya serokkomarê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê dicive.

Piştî 15 rojan Kabîneya Tirkiyeyê îro demjimêr 16:00 li Enqerê dicive ku herî dawî 10ê Çiriya Paşîn li Koşka Çankayayê hatibû kirin.

Tê pêşbînîkirin ku di civînê de rewşa dîplomasî û aborî ya Tirkiyeyê bê nirxandin û derbarê mûçeyê sala 2025an de gotûbêj bên kirin.

Beriya niha Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo enflasyona dawiya salê gotibû ew ji sedî 44 armanc dikin lê mûçeyê kêmane çawa bê diyarkirin yek ji mijara girîng a civînê ye.

Her wiha herî dawî piştî şaredariyên Esenyurt, Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pulurê kirin û tê çaverêkirin ku mijara qeyûman jî bê nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst