Cîran pev çûn û 2 kes hatin kuştin: Şahidên bûyerê axivîn

Hewlêr (Rûdaw) – Li paytexta Tirkiyeyê bajarê Enqereyê bav û kurek ji aliyê cîranên xwe ve bi çekê hatin kuştin.

Li taxa Yaylayê ya navçeya Keçîorenê ya Enqereyê, nîqaşa ku tê îdiakirin ji ber temîra asansorê û dengê bilind derketiye, veguherî pevçûnê.

Huseyîn Alkan (59) bi çeka xwe cîranên xwe gulebaran kirin.

Di encamê de, Ugur Şahanê 49 salî û kurê wî Mehmet Alî Şahanê 15 salî li cihê buyerê canê xwe ji dest da.

Sevda Şahana 46 salî ku di êrişê de hevjînê xwe û kurê xwe ji dest da û rêvebera apartmanê Sema Taşkirana 46 salî jî birîndar bûn.

Gumanbar Huseyîn Alkan tevî çeka xwe hat desteserkirin.

Hat îdiakirin ku di navbera rêvebera apartmanê Sema Taşkiranê û gumanbar Huseyîn Alkan de ji ber temîra asansorê û dengê bilind nîqaş derketiye.

“Civak ber bi hilweşînê ve diçe”

Yek ji cîranê malbatê got ji Rûdaê re got:

“Civak ber bi hilweşînê ve diçe. Derûniya xelkê xirab bûye, em nizanin ew kîn û nefret ji kû tê.

Cîran tehamila cîran nake. Dibêjin aliyekî rênimayiyên apartmanê bin pê kirine û dengê bilind derxistiye û mafîrên xwe paqij kirine. Ev tişt jî bûye sedama pevçûnê.”

Li gorî îdîa û agahiyan, demeke ku di navbera malbata Alkan û Şahan de ji ber deng û paqija mafîran alozî çêbûye.

Herî dawî Ugur Şahan û kurê xwe dixwazin asansora xirab bûyî ya avahiyê çêbikin. Lewra dengê ku derdixin dibe sedema êrişa cîranê wan.

Nîştecihekî din ê taxê got:

“Cîranekî denge deng kiriye, jixwe berê jî rika wan li beramberî hev hebûye, wî jî ji ber denge dengê li cîranê xwe xistiye.”

Nîştecihekî din ê taxê jî wiha axivî:

“Li ber deriyê malê gule li jinekê barandine, paşê ketiye hundir û bav û kur kuştine. Dibêjin ji ber denge dengê lê berê di navbera wan de nîqaş hebûye.”