Xesûya xwe kuştibû: Rûdaw hûrgiliyên bûyerê eşkere dike

25-11-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
 Li Enqereyê jinekê xesûya xwe kuşt
Li Enqereyê jinekê xesûya xwe kuşt
Nîşan Enqere Xesû Merve Dogan
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Li bajarê Enqereyê yê Tirkiyeyê, jinekê bi kêrê gewriya xesûya xwe birî û ew kuşt.

Bûyerê li taxa Basriyê ya navçeya Polatliyê ya Enqereyê rû da.

Merve Dogana 28 salî xesûya xwe Kezban Dogana 65 salî da ber kêran û ew kuşt.

Li gorî agahiyên bi destê Rûdawê ketine, ev demeke dirêj e pirsgirêkên derûnî yên Merve Doganê hebûne û berê jî hewla kuştina hevjînê xwe daye.

Ciranê malbatê Îsmaîl Gok û dapîra xwe yekem kes bûn ku gihîştine cihê bûyerê.

“Bûk gelekî tirsiyabû”

Şahidê bûyerê Îsmîl Gok ji Rûdawê re got:

“Min cilên xwe li xwe dikirin, dengek hat û ez daketim jêr. Merve li ber derî sekinîbû. Wê di demên asayî de dema ez didîtim deriyê xwe digirt lê vê carê ji min re got were hundir û ez çûm hundir.

Şimikên diya min jî li ber deriyê wan bûn. Ez tirsiyam ku tiştek li dayika min kiribe.

Min dît her der bûbû xwîn, xesûya wê di bin betaniyê de bû, min betanî rakir kêrek lê xistibû.

Merveyê digot, min nekiriye, min nekiriye... min ji mêrê min biparêzin. Ew gelekî tirsiyabû.”

Bi gotina cîranan ev demek e pirsgirêkên derûnî yên Merve Doganê hebûne û çend caran jî qesta kuştina hevjînê xwe kiriye. Herwiha demekê ji mala xwe reviyaye û li navendeke fermî ya parastina jinan maye.

“Baş bû zarok li malê nebûn”

Şahida bûyerê Selda Gokê jî got:

Cîranên me û kirêciyên me ne. Jina hatiye kuştin gelekî bêdeng û baş bû. Bûka wê gelekî nexweş bû, derûniya wê tek çûbû. Zilamê wê jî kesekî baş bû.

Bûk bixwe jî ne keseke xirab bû lê ji ber ku derûniya wê xirab bû, rewşa wê nebaş bû. Xweşbextane zarokên wê ne li malê bûn an na dê zarokên xwe jî bikuştina.”

Birîna serê xesûyê ne rast e

Beşeke medyaya Tirkiyeyê behsa wê yekê dikin ku Merva Doganê serê xesûya xwe birîye lê bi gotina cîranan wê tenê kêrek li gewriya xesûya xwe daye û mijara birîna serê xesûyê ne rast e.

Merve Dogan dayika 2 zarokan e û zarokên wê radestî jintiya wê hatine kirin û ew jî ji aliyê asayîşê ve hatiye girtin.

Cîranê malbatê Muazez Derinê jî got, “Ez li derve bûm, min dît ambûlansek hat vî alî, paşê me bihîst ku bûkê xesûya xwe bi kêrê kuştiye.

Asayîşê nehişt em bikevin hundir û em jî hatin mala xwe.”

Cîranê malbatê Hatice Yilmazê jî wiha behsa bûyerê:

"Tiştê em dizanin kêşeyên derûnî yên bûkê hebûne û gelek caran jî mal û zarokên xwe dihêle û diçe bi rojan venagera mala xwe.

Zarokên xwe birine dibistanê û derdora seat 11:00an jî xesûya xwe kuştiye.”

Hevjînê Merve Doganê Ahmet Dogan ji gundê Beylîkkopruyê ya Polatliyê ye û li kargehekê dixebite.

Bi gotina cîranan Merva Dogana ku xesûya xwe kuştiye jî bi eslê xwe ji Qersa Bakurê Kurdistanê ye lê ew li Îzmîrê ji dayik bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst