Li Enqereyê cîran bi hev ketin: Kuştî û birîndar hene!

25-11-2023
RÛDAW
Nîşan Enqere Pevçûna Cîranan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê yek ji wan zarok 2 kesên ji heman malbatê di dema ji aliyê cîranên xwe ve bi çekê hatin kuştin.

Li taxa Yaylayê ya navçeya Keçîorenê ya Enqereyê nîqaşa ku tê îdiakirin ji ber tamîrkirina asansorê û dengê bilind derket veguherî pevçûnê.

Di encama gulebarana Huseyîn Ayê 59 salî de Ugur Şahanê 49 salî û kurê wî Mehmet Alî Şahanê 15 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Sevda Şahana 46 salî ya ku di êrişê de hevjînê xwe û kurê xwe ji dest da û rêvebera apartmanê Sema Taşkiranê (46) birîndar bûn.

Piştî agahdarkirina welatiyan, tîmên polîsan û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman Sevda Şahan û Sema Taşkiran birin nexweşxaneyê.

Gumanbar Huseyîn A. ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Keçîorenê ve tevê tifinga xwe hat desteserkirin.

Hat îdiakirin ku di navbera rêvebera apartmanê Sema Taşkiranê û gumanbar Huseyîn A. de ji ber tamîrkirina asansorê û dengê bilind nîqaş derketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst