Hejmara kesên ku îcra li ser wan heye gihîşte 25 milyon kesan

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara welatiyên ku deyndar in û ji ber ku nikarin deynên xwe bidin û rastî îcrayê tên gihîşt 25 milyon kesan. Tenê li Amedê îsal derbarê 110 hezar kesan de dosyayên îcrayê hatin vekirin. Heger welatî deynên xwe nedin dê bi rêya dadgehan dest deynin ser mal û milkên van deyndaran.

Ji ber qeyrana aboriyê barê li ser welatiyan li Tirkiyeyê û bajarên kurdan her diçe girantir dibe. Li gorî amarên ku parlamenterek CHP'ê belav kiriye, li Tirkiyeyê hejmara kesên ku ji ber nekarîne deynê xwe bidin û rastê îcrayê hatine ji 24 milyon kesan bihuriye.

Tenê îsal milyonek û 466 hezar kes rastê îcrayê hatine. Li gorî par hejmara kesên ku nekarîne deynê xwe bidin û rastê îcrayê hatine ji sedî 83 zêde bûye. Li ofîsên parêzeran piraniya dosyayan niha bûne dozên îcrayê. Tenê li Amedê îsal hejmara dosyayên îcrayê gihiştiye 110 hezarî.

Parêzer Zozan Yeşîlorman got, “Wextê em li bajarê Diyarbekirê mêze dikin dosyayên îcrayê par 50 hezar bû. Îsal bûye 110 hezar. Em mêze dikin sedî sed zêde bûye. Ji ber ku xelk deyndar bûye. Nikare deynê xwe bide. Dema em mêze dikin li Diyarbekirê herî zêde dosyayên îcrayê deynên krediyên bankayan û kartên krediyê ne. Ji ber ku faîz zêde ye, banka kredî didin, welatî van krediyan dikişînin lê nikarin deynê wê bidin.”

Beşek ji welatiyên ku nikarin deynê xwe bidin û xwedî otomobîl in berê xwe didin galeriya otomobîlan. Ji ber ku ger deynê xwe nedin dê bi riya dozên îcrayê otomobîla wan ji wan bê standin.

Xwediyê Galeriya Otomobîlan Tehsîn Onal got, “Yên îcra têne ser wan dixwazin malên di destê xwe de bifiroşin. Malên ku herî zû têne firotin otomobîl in. Ên ku difiroşin deynên xwe yên krediyan digrin û dosyayên xwe digrin.”

Li gorî raporên ku hatine eşkerekirin rêjeya dosyayên îcrayê li gorî 20 sal berê ji sedî 300 zêde bûye. Hikûmet ji bo ku vî barî sivik bike, bi riyên yasayî li çareyên nû digere. Ji ber vê yekê beriya deh rojan yasayeke nû derxist û beşek ji deynên welatiyan jê dibe.