Serdozgeriya Enqerê ji Şebnem Fincanci re 7 sal û 6 meh ceza xwest

25-11-2022
RÛDAW
Nîşan Şebnem Korur Fincanci Çekên Kîmyewî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, derbarê Pispora Tiba Edlî û Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci de îdianame amade kir û heta 7 sal û 6 mehan ceza xwest.

Pispora Tiba Edlî û Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, piştî ku 20ê Cotmehê egera bikaranîna çekên kîmyayî ya Tirkiyê li dijî gerîlayên PKKê anîbû ziman, 26ê Cotmehê li bajarê Stenbolê bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê” hat desteserkirin û 27ê Cotmehê ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, derbarê Şebnem Korur Fincanci de îdianame amade kir û bo dadgehê pêşkêş kir. Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, di îdianameyê de bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê” kiriye heta 7 sal û 6 mehan cezaya girtîgehê li Şebnem Korur Fincanci were birîn.

Fincanci piştî îdiayên çekên kîmyayî anîbûn ziman, ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê MHPê Devlet Bahçeli û medyaya nêzîkî desthilatê ve hedef hatibû nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst