Li Stenbolê agir bi kargeha mobilya ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kagithaneyê ser bi parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê, agir bi kargeheke mobîlya ket.

Li taxa Sanayiyê ya navçeya Kagithaneyê, di kargeheke mobîlyayan de ku di qata sêyem a avahiyekê de bû bi sedemeke nehatiye zanîn agir derket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agir vemirandinê, tendirustî û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Tîmên agir vemirandinê di demeke kurt de agir vemirandin, lê nehat tespîtkirin ka çiqas zerar çê bûye.