Şaredariya Stenbolê bi Kurdî xizmetguzariyekê pêşkêş dike

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hêleke telefonê bi navê “Hêla Piştgiriya Bo Jinê” vekir ku jibilî Tirkî, Îngîlîzî û Erebî dê bi zimanê Kurdî jî xizmetguzariyê pêşkêş bike.

Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê îro, 25.11.2020, di Roja Cîhanî ya Nehiştina Tundiya Dijî Jinê de hêleke telefonê bi navê “Hêla Piştgiriya Bo Jinê” vekir.

Di civîna danasîna wê hêla telefonî de Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Seroka Rêxistina Partiya Komarî ya Gel (CHP) li Stenbolê Canan Kaftancioglu gotar pêşkêş kirin.

Ekrem Îmamoglu di gotara xwe de amaje bi tundûtûjiya li dijî jinê kir û got, “Neyeksaniya zayendî, tawanên zilaman li dijî jinana, di sedsala 21an de li şûna ku kêm bibin, roj li pey rojê zêde dibin. Pêdivî bi guhertineke bikomel a hişmendiyê heye.”

Şaredarê Stenbolê balkişand ser Peymana Stenbolê ya derbarê jinan de û got, “Vekişîna me ji vê peymanê xistin rojevê, di demekê de ku tundûtûjî heye, giftugoya li ser vê yekê me xemgîn dike. Jinan di her warî de hevkariyeke bêhempa nîşan dan. Ev pêdiyek e ji ber bûyerên li Tirkiyê.”

Seroka Rêxistina CHPê li Stenbolê Canan Kaftancioglu jî got, çiqas kêm pêwîstî bi “Hêla Piştgiriya Bo Jinê” hebe ew dê ewqas kêfxweş bin û herwiha kêfxweşiya xwe derbirî ku dê xizmetguzariyeke bi vî rengî pêşkêş bikin.

“Hêla Piştgiriya Bi Jinan” a Şaredariya Stenbolê jibilî Tirkî, Erebî û Îngîlîzî, dê bi zimanê Kurdî jî xizmetguzariyê pêşkêş bike.