Erdogan: Li Tirkiyê pirsa Kurd nemaye

25-11-2020
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku pêştir li Tirkiyê pirsa Kurd hebû, lê wî bixwe ew pirs çareser kiriye û êdî ew pirs nemaye.

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan di komcivina partiya xwe ya heftane de gotarek pêşkeş kir û têde behsa pirsa Kurd û pêşhateyên dawî jî kir.

Recep Tayyip Erdogan got: “Li vê welatî pirsa Kurd nîne. Min di axavtinên xwe yên pêştir de gotibû ku ‘eger pirseke wiha hebe ez dê çareser bikim’. Li vî welatî bo heyameke dirêj pirsa maf û edaletê ya Kurdan hebû. Me niha ew pirs çareser kiriye û nemaye.”

Erdogan anî ziman ku wan her tim ji bo  gel daxwaza aştiyê kirine û wiha pê de çû: “Li ku derê teror û terorîst hebin em ji bona serê wan bipelçiqînin hene. Em dê Plana Xebatê ya Mafên Mirovan ku soz dabû gelê xwe bi awayekî ku baweriya bi aboriyê jî zêde bike berfireh bikin û di demeke kurt de şêwaya wê ya herî dawîn diyar bikin.”

Di beşeke din axavtina xwed Erdogan bêyî navê Bulent Arinç bide ew rexne kir ku gotibû pirtûka Selahattin Demîrtaş a bi navê Seher tê berevajokirin. Erdogan derbarê Arinç de got: “Ez bi rastî jî diêşim ku ji bo bê xwendin pirtûkeke ku yek ji wan terorîstan nivisiye pêşniyaz dikin. Kesê ku ji bo pirtûka wî bê xwendin tê pêşniyazkirin jî siyasetmedarê bimask e û parêzvanê rêxistineke terorê ye ku di destê wî de xwîna bi hezaran xwîşk û birayên min ên Kurd, leşker, polîs û mamoste hene.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst