Wezîrê berê: Berpirsê Roboskiyê MÎT e

25-11-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê yê berê Idris Naim Şahin got ku di qetliama Roboskî de erkdarekî payebilind telefonê Artêşa Tirkiyeyê kiriye û gotiyê “Bahoz Erdal niha li ser sînore, derbas dibe.”

 

Idris Naim Şahin duhî li Parlamentoya Tirkiyeyê di daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist.

 

Şahin anî ziman ku rêvebirên dewletê û rêxistina saloxgeriyê, li ser saziyan, siyaset û hemwelatiyan planan çêdikin û paşê jî oprasyona li dijî wan dikin û wiha domand:

 

“Mixabin Tirkiye bûye dewleteke ya mixabaretê. Desthilatî û rêxistina saloxgeriyê bi hev re planên qirêj dikin û derbeyên giran li netew û demokrasiya me didin.”

 

Şahin li ser bûyera Roboskî ya ku  di demê wî de qewimî bû, agahiyan bal kêş da.

 

Wezîrê berê Şahin diyar kir ku erkdarekî payebilindê MITê bi bergerî telefon dayê rayedarên Artêşa Tirkiyeyê û gotiyê “Bahoz Erdal niha li ser sînore, derbas dibe.”

 

Şahin got, “Mixabin, piştî çend rapor û telefonên MITê dayîn bûyera Roboskî qewimî.”

 

Idris Naim Şahin îdia kir ku axaftinên Oslo yên di navbera MIT û PKKê de bi zanîn hatin eşkere kirin û wiha pê de çû:

 

“Di wê serdemê (2011) de dewlet nêzîkî têkbirina rêxistina terorîst bû. Lê mixabin 27 û 28ê Berfanbara 2011an di aleyhiyê dewleta me de hin şikandin çêbûn. Piştî ku axaftinên Oslo yên di navbera MIT û PKKê de li Dicle Haberê hat weşandin, diyarbû ku hin erkdarên MITê serokwezîr razî kiriye û li gel rêxistina terorîst muzakereya pêk tîne. Ev yek jî dide xuyandin ku ji bo rêxistin meşrû bibe erkdarên MITê ew girtename eşkere kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst