Hewlêr (Rûdaw) - Sosyolog û akademîsyen Prof. Dr. Dogu Ergîl got, “Dibe ku Erdogan dîsa bibe serokkomar û Ocalan bê berdan.”
Sosyolog û akademîsyen Prof. Dr. Dogu Ergîl bû mêhvanê Bultena Bakur a Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 22yê vê mehê got ku bila Ocalan li parlamentoya Tirkiyeyê biaxive û ragihîne ku wî PKK tesfiye kiriye.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî piştgirî da vê daxuyaniyê û wekî “derfeteke dîrokî” pênase kir.
“Dibe ku Erdogan dîsa bibe serokkomar û Ocalan bê berdan”
Sosyolog û akademîsyen Prof. Dr. Dogu Ergîl ev bang bi vî awayî nirxand:
“Eger bang di navbera Erdogan û Ocalan de be ev nabe aştî, dibe lihevkirina du kesan.
Ev nabe aştî çimkî aştî ji aliyê girseyeke berfireh a aliyê pirsgirêkê ve tê kirin ku peymanek heye û encamên wê diyar in.
Ji ber vê jî lihevkirineke di navbera du kesan de dê egirbestê pêk bîne, dibe ku ji wan her du kesan re bibe avantaj.
Mînak dibe ku Erdogan dîsa bibe serokkomar û Ocalan serbest bê berdan û helbet hinek avantajan bide rêxistinê jî (PKK).
Lê aştî têgeheke gelekî berfirehtir e, ji ber vê jî nav li vê diyardeyê nehatiye kirin.
Dibêjin ‘pêvajo, çareserî û aştî’ lê nav nîne. Eger hûn navekî li pirsgirêkekê nakin hûn nikarin wê derman jî bikin.
Dibe ku encama lihevkirina du kesan ne aştî be.”
Dogu Ergîl amaje pê kir ku hinek hêzên derveyî jî di pêvajoyê de xwedî bandor in û bi bîr anî ku 2013an jî pêvajoyek hebû lê ew pêvajoa qediya û dîsa şer û tundî vegeriya.
“Li gorî wan dê Tirkiye ji aliyan ve were pêçan”
Ergîl diyar kir ku herî zêde MHP li dijî pêvajoyê derdiket lê vê carê serokê wan (Devlet Bahçelî) bangî Ocalan kir û got:
“Tê fêmhkirin ku mijar bûye tiştekî lezgîn. Sedem ne ji hundir e çimkî her roj bombe nateqin.
Li gorî wan, dê li Rojhilata Navîn piştî Îraq û Sûriyeyê li Îranê jî alozî çêbibin û dê li Îranê jî teşekuleke Kurdan çêbibe û dê Tirkiye ji sê aliyan ve bê pêçan û dê di encamê de li hundir (Tirkiye) ji bo guherînên girîng zor li Tirkiyeyê were kirin.
Li cem wan (desthilata Tirkan) ev têgihiştin çêbû û wan ji ber vê endîşeyê got, ‘Heydê, divê ev mesele were çareserkirin.’
Lê hîn pênaseya pirsgirêkê nîne û nizanin dê çawa nêzîkî bibin lê dîsa jî destpêkirina pêvajoyeke nû bi xêr e.
Eger li holê pirsgirêkek hebe aliyên wê jî hene û divê berpirsiyar bên cem hev û pênaseya pirsgirêkê bê kirin. Heke ev lihevkirin çêbû dê rê li ber çareseriyê vebe.”
“Hemû rêxistinên Kurdan Ocalan wekî pêşeng û rêber qebûl dikin”
Dogu Ergîl diyar kir ku li aliyê Kurdan DEM Partî, Ocalan û Qendîl hene û li pey çû:
“Şansekî Tirkiyeyê heye ku hemû rêxistinên Kurdan Ocalan wekî pêşeng û rêber qebûl dikin û wan ew wekî berdevk tayîn kiriye.
Dewlet jî dizane bi vê û ji ber vê yekê jî yekser ew kir mixetab lê tenê bi wî çareser nabe.”
23yê vê mehê li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di êrişê 5 kes hatine kuştin û 22 kes jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya 2 kesên ku êriş encam daye jî hatine kuştin.
HPGyê diyar kir ku Tabûra Nemiran ev çalakî li dar xistiye lê pêwendiya wê bi rojeva niha rê nîne û berê hatiye plankirin.
Erîşa li Enqereyê: “Dibe ku du peyam hebin”
Ergîl ev êriş û encamên wê jî wiha nirxandin:
“Dibe ku hatibe xwestin du peyam bên dayîn. Yek, fetisandina pêvajoyê ye, anku zarok bikujin beriya ku mezin bibe.
Eger rêberên ekîba ku ev êriş kiriye bibêjin, ‘Berê hatibû plankirin, ne ji bo ku bandor li pêvajoyê were kirin’ ev tê wateya ku naxwazin rê li ber bipêşveçûna pêvajoyê bigirin û ev ji bo wan jî rîskan dihewîne.
Her wiha dizanin ku heke xwediyê helwesteke wiha bin dê tesfiye bibin, ji ber vê jî wan îfadeyeke wiha nerm da.
Îhtimala duyem jî ev e: Ew jî dixwazin di pêvajoyê de aktor û dengê xwe bidin bihîstin. Ji ber vê jî dixwazin peyama ‘Em jî hene, me jî hesêb bikin’ didin.”
“Ocalan her tiştê ku jê re tê gotin nake”
Dogu Ergîl amaje pê kir ku ji bo danîna diyaloga rasterast pêdivî bi aliyê sêyem nîne û pê de çû:
“Berdevk û pêşengê aliyê Kurdan Abdullah Ocalan niha li Tirkiyeyê di girtîgehê de ye û dibêje min bikin mixetab û dibêje dê çareserkirina vî karî bi rêya min be.
Ev avantajeke mezin e. Helbet ew (Ocalan) ne wekî wilo ye ku ji ber di hepsê de ye ter tiştê ku bê gotin bike. Heta niha ev peyitandiye.”
Ergîl got, “Her kes dixwaze çareserî hebe” û da zanîn “Lê civak ji bo şertên vê ne amade ye, ne hatiye amadekirin.”
Dogu Ergîl diyar kir ku dewlet leşkeran dişîne mirinê û ji bo vê jî divê ew ji Kurdan nefret bikin da ku ji bo kuştina wan amade bin û ev jî dibe sedem ku ew û malbatên wan ji Kurdan gelekî aciz bin û anî zimên:
“Dewlet û otorîteyê ev rewş ava kir. Helbet ne tenê vê hikûmetê, yên berê jî ev rewş anî holê.
Dema we tim gotibe ‘Dijmin di nava me de ye’, we rik û kîn ava kiribe û hûn paşê bi carekê re bibêjin, ‘Na, hûn bira ne’ pêdiviya we bi demê heye da ku ew têgihiştin berovajî bibe û biguhere.”
Sosyolog û akademîsyen Dogu Ergîl: Eger bang di navbera #Erdogan û #Ocalan de be ev nabe aştî, dibe lihevkirina du kesan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 25, 2024
🎤 #PKK jî dixwaze bibe aktorek
🎤 Berdevk û rêberê aliyê Kurd niha di girtîgehê de ye
🎤 Difikirin ku dê li Rohilata Navîn tiştin rû bidin ku ne bi dilê… pic.twitter.com/Xv9VGZC2Rb
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse