STENBOL - Bi hinceta PKKyê 35 kes hatin desteserkirin

25-10-2024
RÛDAW
Nîşan Stenbol Desteserkirin PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê bi hinceta “endamtiya PKKyê” 35 kes hatin desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, bi hinceta ku “endamên PKKyê” ne biryara desteserkirina 44 kesan hat dayîn.

Hat îdiakirin ku 34 kesan ji wan hewl daye li Stenbolê çalakiyan bikin.

Piştî biryara dozgeriyê tîmên Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê, serê sibehê bi awayekî hevdem dest bi operasyonekê kir û bi ser gelek navnîşanan de girt.

Di operasyonê de heta niha 35 kes hatine desteserkirin û ji bo desteserkirina 9 kesan jî operasyon didome.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst