ENQERE - Êrişî navenda DEM Partiyê hat kirin!

25-10-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Enqere Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Êrişî avahiya Navenda Giştî ya DEM Partiyê hat kirin.

Şeva borî kes an kesên nenas êrişî avahiya Navenda Giştî ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) kir.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê derbarê êrişê de li ser hesabê xwe yê Xê parvekirinek kir.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê da zanîn:

“Li Balgata ku yek ji deverên herî qelebalix ên Enqereyê ye û ku baregehên gelek partiyên siyasî lê hene, nîvê şevê êrişek li dijî navenda me ya DEM Partiyê hat kirin.

Wekî ku di wêneyan de jî tê dîtin derî û pencereyên me hatine şikandin û hewla danîna tabelaya me hatiye dayîn.

Em bi bîr dixin ku ev hişmendiya ku li provokasyonê digere, nikare me bitirsîne û bide sekinandin.

Em bangî Wezîrê Karên Navxwe Alî Yerlîkaya dikin ku tedbîrên pêwîst bigire û êrişkar demildest werin diyarkirin.”

Heta niha kes an kesên ku êriş kirine ne diyar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst