Çalakvana Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê li Tirkiyeyê hate desteserkirin

25-10-2023
RÛDAW
Nîşan Şîlan Mîrzayî Tirkiye Rojhilatê Kurdistanê Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvana Kurd ya ji Rojhilatê Kurdistanê Şîlan Mîrzayî li Îzmîrê hate desteserkirin.

Şîlan Mîrzayiyê got, "Çi bê serê min, hikûmetên Tirkiye û Îranê berpirsyar in."

Çalakvana Kurd ya ji Rojhilatê Kurdistanê Şîlan Mîrzayî doh li ser hesabê xwe yê Instagramê derbarê desteserkirina xwe de bi Farisî parvekirinek kir û got:

“Polîsên Tirkiyeyê hatin mala min û bêyî ku hincetekê nîşan bidin min desteser dikin.

Ez dixwazim ku hûn bi vê parvekirinê dengê min bibihîzin. Çi bê serê min Hikûmeta Tirkiyeyê û Komara Îslamî ya Îranê berpirsyar in.

Li dijî Komara Îslamî ya Îranê çalakiyên min hene. Eger tiştek bê serê min Daîreya Koçê ya Tirkiyeyê berpirsyar e.”

Şîlan Mîrzayî ji rêxistinên mafên mirovan xwest ku rewşa wê bê şopandin.

Çalakvana Kurd Şîlan Mîrzayî ku li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye, ev çend sal in li Tirkiyeyê dijî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst