OSMANIYE – Karkerên Kurd nanê xwe ji agir derdixin

Hewlêr (Rûdaw) - Karkerên Kurd ên ji bajarên Riha û Mêrdînê, ji bo kar çûne bajarê Osmaniye yê Tirkiyeyê.

Li daristanê darê berûyan dibirin û wan daran bi rêbazên kevnar 2-3 hefteyan di argûnan de dişewitînin û dikin komir.

Karkerên ku bi malbatî dixebitin behsa zehmetiyên kar dikin.

Hasan Obakê ku karkerekî ji Rihayê ye got:

“Em bi malbatî li vê derê ne, zar û zêçên me jî li vir in. Wekî hûn dibînin derfet hinekî zehmet û sînordar in.

Wekî diyar dibe em ji bilindahiya 650 metreyan êzingan dikşînin. Em wan diqulibînin û dadixin jêrê.”

Karker piştî 5-6 mehan li xerîbiyê dimînin heta demsaleke din vedigerin welatê xwe.

"Piştî biqede em dê vegerin welatê xwe"

Seyfettin Eser jî karkerekî Mêrdînî ye, wî wiha behsa rewşa xwe kir:

“Dê karê me mehek û meh û nîveke din berdewam bike. Piştî biqede em dê vegerin welatê xwe.

5 zarokên min hene. Du zarokên min li cem min in û 3 zarok û hevjîna min jî li welêt in.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sedî 7,6ê komirê ji êzingan tê çêkirin.

Komira êzingan bi giştî ji bo menqelê tê bikaranîn.