HDPê derbarê operasyona ser medyaya Kurdî de daxuyanî da

25-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê operasyona li ser herdu ajansên MA û JINNEWS de daxuyanî da.

HDPê di daxuyaniyekê de ku li ser twitterê belav kiriye, serdegirtina ofîsên her du ajansan û desteserkirina nûçegihanên wan weke “bêhiqûqiya faşîzmê” bi nav kir û ragihand, ev êrîşên bo ser medyayê bisernakevin û daxwaza azadkirina rojnamevanên desteserkirî kir.

HDP got, “Desteserkirinên bêhiqûqî yên nûçegihanên MA û JINNEWS'ê bêhiqûqiya faşîzmê nîşan dide. Em van êrîşên li dijî kedkarên çapemeniya azad bi tundî şermezar dikin; demildest rojnamevan serbest berdin. Van êrîşan duh bê encam bûn û îro jî dê bê encam bin!”

Îro li 6 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê polîsan bi ser ofîsên herdu ajansên Mezopotamya û JINNEWSê û malên payamnêrên wan de girtin.

Operasyon bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Enqerê li Enqere, Stenbol, Amed, Wan, Riha û Mêrdînê hatine kirin û li gor zanyariyan heta niha 8 rojnamevanên Kurd hatine desteserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst