Derbarê parêzera ku got 'Divê îdiayên çekên kîmyayî bên lêkolînkirin' lêpirsîn hat destpêkirin

25-10-2022
RÛDAW
Nîşan Baroya Îzmîrê Aryen Turan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber axaftinên wê yên di civîna asayî ya komîteya giştî ya Baroya Îzmîrê de têkildarî îdîaya “bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li dijî PKKê” û herwiha gotina dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” derbarê parêzer Aryen Turan de lêpirsîn hat destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê duh derbarê parêzer Aryen Turan de lêpirsîn da destpêkirin.

Lêpirsîna derbarê wê parêzerê de piştî wê yekê hat ku pêr Yekşembê 23ê Cotmehê di civîna komîteya giştî ya Baroya Îzmîrê de, wê amaje bi îdiaya bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li dijî PKKê kiribû û gotibû, divê ew îdia were lêkolînkirin. Di heman civînê de, parêzer Aryen Turan dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” jî gotibû û piştre alozî derketibû.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Tirkiyê Anadoluyê, li ser wan axaftinan dozgerên wezîfedar lêpirsîn dane destpêkirin.

Parêzer Aryen Turan di civîna asayî ya komîteya giştî ya Baroya Îzmîrê ya 2022-2024’an de ku di her du rojên 22 û 23ê Cotmehê de pêk hat axivî û xwest hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan û bi taybet rewşa Aysel Tugluk bi bîr xist û Denîz Poyraz ku di êrîşa ser avahiya HDPê de li Îzmîrê û Jîna Emînî ku li Îranê hat kuştin, bi bîr anîn.

Aryen Turan gotibû, “Em soz didin ku heta dawiyê têkoşîna wan a wekhevî û azadiyê biparêzin. Em li dijî pergala serdest a mêr a ku jinan sekut dike bi dengekî bilind dibêjin 'Jin Jiyan Azadî'.”

Parêzer Turan herwiha amaje bi îdiaya di rojevê de ya ku dibêje, hêzên Tirkiyê li dijî PKKê çekên kîmyayî bi kar tînin, kir û daxwaz kir ku ew îdia were lêkolînkirin.

Piştî axaftina Turan, li baroyê alozî derket û komek ji parêzeran bi gotina dirûşman bertek nîşan dan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst