Kujerê Denîz Poyraz, berî êrîşê 27 caran li Asayişê geriyaye

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerên Denîz Poyraz a xebatkara HDPê ku di êrîşa çekdarî ya nijadperestî de canê xwe ji dest dabû, ragihandin kujer Onur Gencer berî êrişê 27 caran li Rêveberiya Ewlekariyê ya Îzmîrê geriyaye û ev ne asayî ye. 

Parêzerên endamên Komîsyona Hiqûqê ya HDPê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê ku parêzeriya Doza Denîz Poyraz dikin, derbarê îdianameya dozê ku hatiye amadekirin li otêlekê civîna rojnamevaniyê li dar xistin. Berpirsên HDPê jî beşdarî civînê bûn.  

Parêzer Turkan Aslan Agaç diyar kir ku dozger û polîsan bi awayek cidî li ser bûyerê lêkolîn nekirine.

Turkan Aslan Agaç got, ew dikarin mînaka vê yekê jî cihê bûyerê ku li navenda bajêr pêk hatiye û tevî ku polîs li wir amade bûn jî midaxele nekirine nîşan bidin û nebûna agahiyên îstîxbaratê jî gumanan zêdetir dike.

Agaç destnîşan kir di lêkolîna HTSê (sîstema tomarkirina lêgerînên telefonan) de hatiye tespîtkirin ku kujer beriya êrişê di dîrokên cuda de 27 caran li Rêveberiya Ewlekariyê ya Îzmîrê geriyaye.

Agaç herwiha got: “Kujer li ser hev geriyaye û bi taybetî lêgerînên wî yên di hefteya dawî de eşkere xuya dibe ku ev ne ji rêzê ye. Ji ber wê em dibêjin kujer li Rêveberiya Ewlekariyê bi kê û kîjan kesan re axifî ye û naveroka axaftina wan çi bûye. Ev yek girîng e. Divê Rêveberiya Ewlekariyê ev axaftin û kesan tespît bike. Ji bo ev were kirin me daxwaz kir ku agahî li dosyeyê bên zêdekirin. Lê bes derbarê vê mijarê de lêkolîn nehatiye kirin û lêpirsîn nehatiye destpêkirin.”

Denîz Poyraz, 17ê Hezîrana 2021ê li avahiya HDPê ya Îzmîrê di encama erîşeke nijadperestî de hatibû kuştin.