Abdullah Gul: Mijara balyozan dê rê li ber krîzên din veke

Hewlêr (Rûdaw) - Abdullah Gul diyar kir ku hewldana dersînorkirina 10 balyozan ne di berjewendiya Tirkiyeyê de ye, dê rê li ber krîzên din vebike û got “Balyoz talîmatên ku ji paytextên wan tên bicih tînin. Ji xwe gotinek heye dibêjin gunehê balyozan tune.”

Serokkomarê Tirkiyê yê berê Abdullah Gul fermana Erdogan a derbarê dersînorkirina balyozên 10 welatan ji Tirkiyeyê nirxan û dibêje “Ev dê rê li ber krîzên din vebike. Pêwîst e vî karî ji Wezareta Derve re bihêle, pirsgirêkên nû dernekeve holê û wan negihîne xalên ku ku jê nayên derketin.”

Abdullah Gul, anî ziman ku Tirkiye yek ji welatên damezrîner ên Konseya Ewropayê ye û destnîşan kir ku wî 10 salan di parlamentoya Parlamenteran a Konseya Ewropayê de jî parlameteriyê kiriye û wiha berdewam kir “Wê demê birêz Serokkomar ketibû girtîgehê û me ji bo nivîsa ku me bi piştgiriya sosyalîstan jê re amade kiribû 90 îmze berhev kirin û me ev mijar anî rojeva Ewropayê. Divê bûyer nehata heta vê derê. Ev ji bo Tirkiyê barekî giran e.”

Gul tekez kir ku daxuyaniya balyozan bi talîmata paytextên welatên xwe bicîh anîne û wiha berdewam kir “Ya hatiye kirin nayê qebûlkirin. Lêbelê Wezareta Derve ji xwe bang kiribû û peyamên pêwîst dabû. Wek ku nav li serê ye gunehê balyozan tune. Êdî ne di berjewendiya welat de ye ku ev mijar bibe qeyranek pir mezintir. Rê li ber qeyranên din vedike. Pêwîst e vî karî ji Wezareta Derve re bihêle, pirsgirêkên nû dernekeve holê û wan negihîne xalên ku ku jê nayên derketin.”

Balyozên welatên Amerîka, Keneda, Fransa, Finlanda, Danmark, Almanya, Holanda, New Zealand, Norwec û Swêdê roja Duşemê daxuyaniyeke hevbeş ji bo piştgiriya Osman Kavala belav kirin ku 4 sal e li Tirkiyê zindanî ye.

Balyozên wan welatan, di wê daxuyaniya hevbeş de, piştevaniya xwe ji bo kesayetiyê diyar ê warê xêrxwaziyê li Tirkiyê Osman Kavala nîşan dabûn ku di zindanê de ye û daxwaza azadkirina wî kiribûn.

Wan dîplomatan ragihandibûn, ku girtina wî çalakvanê 64 salî, “tarîtî xistiye ser rêzgirtina li demokrasiyê, serweriya qanûnê û zelaliya sîstema dadweriyê li Tirkiyê.”

Li ser vê yekê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê daxwaza berdana karsaz Osman Kavala ya 10 balyoz û dîplomatên welatên rojavayî de di 23yê Cotmeha 2021an de ragihand ku “Min fermana pêwîst bo wan da Wezareta Derve. Min got; hûn divê wan 10 balyozan wek kesên ku nayên xwestin îlan bikin.”