Li Edenê şerê li ser birrîna daran: 2 mirî, 4 birîndar

25-10-2020
RÛDAW
Nîşan Edene Ceyhan Aydin Savcun Kuçuk Elmaoglu Dar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Ceyhanê ser bi parêzgeha Edenê ya Tirkiyê li ser birrîna daran di navbera du malbatên merivên hev de şerê bi çekan derket. Di şerê herdu malbatan de 2 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Bûyer, îro Yekşemê li Taxa Kûçûk Elmaoglu ya Ceyhanê qewimî. Li gor îdîayên hatine belavkirin, di navbera Aydin Savcun (37) û apê wî Hilmî Savcun (64) li ser birrîna daran nîqaş derketiye. Li ser zêdebûna şerê devkî, Aydin Savcun teqeyan li ap û jinapa xwe Hilmî û Guldane, zarokên apê xwe Mustafa, Ebrû, Hasan Nûrî û Înan Savcun dike.

Apê wî Hilmî û kurê xwe Mustafa Savcun li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan û birîndar Guldane Savcun û zarokên wê Ebrû, Hasan Nûrî û Înan Savcun bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Ceyhanê hatin veguhestin û piştre bo nexweşxaneyên Edenê hatin şandin.

Piştî bûyerê, Aydin Savcun çû qereqolê û xwe radestî cendirmeyan kir. Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst