MANÎSA – Êrişî avahiya PSKê kirin

25-10-2018
RÛDAW
Nîşan PSK Manîsa Êriş
A+ A-

Hwelêr (Rûdaw) - Şaxa Manîsa a Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) carek din kete ber êrişê. Şaxa Manîsa ya PSKê berê jî gelek caran ketibû ber êrîş û gefxwarina nijadperestên Tirk.

 

PSKê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku îro Pencşemê (25.10.2018) berbanga sibê çend kes deriyê derve yê avahiyê partiyan wan li Manîsa, şikandine û dijî partiya wan dirûşm berz kirine, xeberên xirap gotine.

 

Di daxuyaniyê PSKê de wiha hate gotin: “Ev êriş tenê tawana zerargihandina madî nîne, di heman demê de tawanekê mirovî ye, tawaneka kîn û nefret e bo beşekê civakê. Ev êriş herwiha dijmînkariya nijadperest û faşîstên Tirk, derheqa Kurd û rêxistinên Kurdan û siyasetmedarên Kurd de nişan dide.”

 

PSK tekez dike ku eger pêşiya êrişên bi vî rengî neyê girtin û desthilatdarên Tirkiyê bergiriyê neke, rê li ber êrîşên mezîntir û xeternaktir xweş dibe.

 

Rêveberiya PSKê daxwazê ji hikûmeta AK Partiyê dike ku rê li pêşiya êrîşên bi vî awayî bigre, tevdîrên pêwîst ên îdarî û ewlehiyê bisepîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst