Stenbol (Rûdaw) - Rojeva Tirkiye piştî çend rojan careke din veguhezî mijara Îdlibê. Weke tê zanîn beriya demekê hêzeke arteşa Tirkiye ber bi Îdlibê ve hatibû veguhestin û li wir bi cî bibû.
Di rojeva medyayê de serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya Enqerê, cemidandina encamên referandûmê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve du rojevên giring in.
Daxuyaniyên Erdogan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di gotara xwe ya dawîn de eşkere kir, ku operasyona Îdlibê gihîştiye armanca xwe û bi dawî bûye. Erdogan got “niha jî dora Efrînê ye.” Serkomarê Tirkiye gotina xwe ya , “emê şevekê ji nişkêve bên û lêxin” dubare kir. Herwiha Erdogan di gotara xwe de sînyala operasyoneke li hemberî Efrînê ragihand. Serkomarê Tirkiye li ser çend mijarên din jî peyamên xwe ragihandin û di dirêjahiya gotara xwe de jî rexneyên tund li DYAyê girtin. Herhiwa tawan û gefên giran jî li wî welatî kirin.
Di gotara Erdogan de ew peyam girîngbûn: “Di encama ambargo, rakirina vizeyan, legerîna bi kuçikan ya li balefirgehan û gelek pêkanînên li hemberî me wê yekê nîşan didin ku em di rêya rast de ne.”
Erdogan herwiha ev peyam dabûn:
“Em dizanin bê ka çekên ku DYA ji YPGê re dişîne li ku derê têne veşartin.
Divê em dewletê ji obezbûnê rizgar bikin.
Em dizanin ku em cîhanê çawa rakin ser piyan.
Di rojeva me de hilbijartina pêşwext nîn e.”
Manşetên li ser operasyona İdlibê:
Yenî Şafak: Îdlib temam e dora Efrînê ye
Milliyet: Efrîn di dorê de ye
Diriliş Postasi: Piştî İdlibê dor a Efrînê ye
Kerkuk, Ebadû giştpirsî
Duyamîn mijar dagirkirina Kerkûkê ya ji alî Heşda Şabî û Artêşa Iraqê ve, seredana Ebadî bo Enqere û rawestandina encamên giştpirsiya serxwebûn ye.
Medya ya Tirkiye berdewam e ku dorpêça li ser Kerkukê weke ku Kerkûk ji zilmeke mezin rizgar bûbe ragihîne û kêfxweşiya xelkê wî bajarî nîşan dide. Herwiha rawestandina encama giştpirsiyê jî di website û nûçeyên televizyonan de cihekî sereke digire.
Medya Tirkiye rawestandina encaman weke tirs û paş de gav avêtina hikûmet û rêveberiya Herêma Kurdistanê nîşan dide. Li ser hatina İbadî jî gelek nûçe têne ragihandin û behsa desteserkirina deriyên sînorî tê kirin.
İbadî îro digihîje Enqere û di ajandeya wî de jî; Vekirina deriyekî sînorî, desteserkirina deriyên heyî, hevkariya veguhestina neftê, kampên leşkerî yên Tirkiye ku li Iraqê ne û ewlehiya sînoran cîh digire.
Li gorî rojnameya Yenî Şafak, amadekariya operasyoneke hevbeş ya ji ailyê arteşa Tirkiye û Iraqê ve tê kirin. Rojname ew nûçe weke sermanşêt bikaranîye û dibê “Artêşa Iraqê gihîşt ber derî”
Heman rojname îdiayeke din jî di laperên xwe de bi cî kiriye. Li gorî Yenî Şafakê Erebistana Siûdî dest bi piştgiriya YPG kiriye û bi gelek barhilgiran melzemeyê jiyanî bo YPG hatiye şandin.
Mijara girtina Osman Kavala gur dibe
Karsazê bi navê Osman Kavala ku ji alî medya Tirkiye ve weke Sorosê xwecihî tê binavkirin hîna destgîrkirî ye û jêpirsîna wî berdewam dike. Kavala bi piştgiriya serîrakirina parka Geziyê, piştgirtina PKK û gelek tevger û saziyên civakî tê tawanbarkirin. Her wiha li ser rojnameyan jî ew mijar weke sermanşet hatiye bikaranîn. Li gorî medya Tirkiye di binê hemû tehtan de Kavala derdikeve.
Star: Dolaba Sorosê xwecihî eşkere bû
Krîza Vîzeyan
Krîza di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ku bi rakirina vîzeyan gihîştibû asoya herî bilind, berdewam dike. Tevî ku piştî hevdîtina şandên herdû aliyan tu encam bo çareseriyê derneketin, DYAyê vîze neda şanda wezareta dadê ya Tirkiye. Ş
andeke wezareta Tirkiye dixwest here DYAyê û bi taybetî jî li ser mijara Riza Rarrap lêkolînan bike lê destûr ji alî DYAyê ve nehate dayîn. Wezareta Dadê ya Tirkiye jî radigihîne ku wan ji bo tu şandekê serî li DYAyê nedaye û mijarê dideriwîne.
Partiyeke nû li Tirkiye
Partiya ku Meral Akşenere, serkirdetiya wê dike îro tê damezrandin. 200 nav ji bo lijneya damezrînêran hatine eşkerekirin. Akşener îro bo avakirina partiyê daxwaznameya damezrandinê teslîmî wezareta navxweyî dike.
Qedexeya Kurdî
Çend wêneyên ku li Şirnexê di hundirê dibistanekê de hatine kişandin bi taybetî li ser torên civakî dibin sedema berteg û niqaşên mezin. Di wan wêneyan de çend nivîsên ku ji alî mamosteyan ve bi xwendekaran hatine nivîsandin xuya dikin. Di wan nivîsan de jî wiha tê gotin, “Ezê bi kurdî neaxivim. Ezê di dersê de neaxivim, ezê di polê de şer nekim.”
Di wan wêneyan de xuya ye ku kurdî hîn di binê xedexeyan de ye û bi taybetî bikarhinêrên kurd li ser torên civakî li ser mijarê parvekirinan dikin. Her wiha ji aliyê parlementera HDPê Leyla Bîrlîk ve jî pirsnameyek bo WPN (Wezareta Perwerdehiya Netewî) hate dayîn.
Hewla girtinê di derbarê TKDP de
Serdozgeriya Komarî di derheqê Partiya Demokrat a Kurdistan li Tirkiye ango PDK-Tê de bi hinceta ku di navê partiyê de pêyva ‘Kurdistan’ heye dosyayek amadekiriye da ku partî bê girtin.
Lêpirsîn di derbarê pankarta Galatasarayê de
Di derheqê pankarta ku di yariya Galatasarayê de hatibû vekirin lêpirsîn hate destpêkirin. Di yariya di navbera Fenerbahçe û Galatasarayê de ji hêla alîgirên Galatasarayê ve koreografiyek hate çêkirin. Di wê koreografiyê de jî wêneyekî mezin yê Rockî hate çêkirin û li kêlekê jî ‘Rabe Ser Piya’ hate nivîsîn.
Li gorî hin medyayên Tirkiey Fetullah Gulen jî di gotara xwe ya dawîn de peyamek bi vê hevokê daye û ew propagandayê Gulen dikin. Di derheqê mijarê de lêpirsîn hate destpêkirin.
Greva Birçîbûnê
Li girtîgeha tîpa F ya Edîrneyê 56 girtiyên PKKyî bi daxwaza ku hevdîtin li gel Ocalan destpê bikin, dest bi gireva birçîbûnê kirine.
Manşetên din ên rojnameyan
Sabah: Emê li ser piya bimînin û hesab bistînin
Turkiye: Bo her şaredariyekê mufetîşek
HaberTurk: Bo servîsan rûpelek paqij
Hurriyet: Bermahiya Musilê
Akşam: Ji Biden bo Can: Derbe tê
Vatan: Qanûna Alperenî
Karar: Bo Sarraf peyama tund
Cumhuriyet: Nikarin biparêzin
Sozcû: Ji Ajansa Dewletê Baylock derket
Ortadogu: Divê Kerkûk bikeve destê xwediyên xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse