Hewlêr (Rûdaw) – Di hilbijartinên 7ê Hezîranê yên Parlamentoya Tirkiyeyê de 4 partiyên AK Partî, CHP, HDP û MHP pirraniya dengên dengderên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bi dest anîn, ku her yek ji wan karnameyek taybet bi xwe hene û hewl bo serxistina wê didin.
Roja 7ê Hezîran a îsal hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Tirkiyeyê birêveçûn û li gor encaman, 4 partiyên sereke pirraniya dengan bi dest xistin.
Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî), Partiya Komariya Gel, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Tevgera Niştîmanî ya nijadperest (MHP) ew 4 partî bûn ku di hilbijartinan de kursiyên parlamentoyê bi dest anîn.
Her yek ji wan partiyan di hilbiajrtinan de karnameya taybet bi xwe ragihandibû û kar bo serxistina wê karnameyê dikir.
Piştî ku namzedê AK Partiyê bo Serokwezîriyê Ahmet Davtoglu nekarî aliyên din razî bike û hikûmetê pêk bîne, Serokkomarê Tirkiyeyê dxwaza dubarekirina hilbijartinan kir û komisyona bilinda hilbijartinên Tirkiyeyê roja 1ê Mijdarê wek roja dubarekirina hilbijartinan destnîşan kir.
Karnameya HDPê:
- Serbestberdana Rêberê PKKê Abdullah Ocalan
- Rêdan bi xwandina bi zimanê zikmakî
- Dariştin û nivîsandina destûreke nû ji Tirkiyeyê re
- Çalakkirina proseya aştiyê
- Dariştina yasayeke nû ku nijadperestiyê rake
- Nehiştina yasaya leşkeriya bi zorê
- Nehiştina pêkhateya cerdevanan li Bakurê Kurdistanê
- Nehiştina yasaya çewtandinê
- Damezrandina sîstema xweserî
- Serxwebûna aborî ji bajaran re
2- Karnameya AK Partiyê:
- Wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de
- Dabînkirina aştiya herdemî
- Dariştin û nivîsandina destûreke pirralî
- Berdewamkirina pêvajoya aştiyê
- Guherandina sîstema dadweriya giştî ya komara Tikriyeyê
- Dabînkirina 5 milyar lîreyan bo projeyên avdêriyê
- Peydakirina derfetên kar
- Damezrandina navendeke atomî
- Damezrandina mezintirîn projeya enerjiyê
3 - Karnameya Partiya Komara Gelê Tirkiyê (CHP)
- Çareserkirina pirsa kurd
- Biyasayîkirina daxwazên gelê kurd
- Parastina maf û azadiyên gelê kurd
4 - Karnameya MHPê:
- Jinavbirina PKKê
- Geşepêdana aboriyê
- Geşepêdana warên pîşesazî, bazirganî û çandiniyê
Her 4 partiyên sereke herwiha bo hilbijartinên parlamentoyê 2 hezar û 200 kes namzed kirine û ji wan jî 729 namzed kurd in.
Her partiyek li gor siyaseta xwe li hember pirsa kurd û giraniya xwe di nav dengderên kurd de, hejmara namzedên xwe yên kurd diyar kirine.
Hejmara namzedên kurd di lîstên hilbijartinê de:
Bi giştî her 4 partiyan 2 hezar û 200 kes namzed kirine.
Her 4 partiyan bi giştî 729 kurd wek namzedên xwe di hilbijartinan de diyar kirine.
- HDPê zêdetirîn hejmara kandîdên wê kurd in û 526 kurd di lîsta wê de ne
- AK Partiyê 121 kurd kirine namzed
- CHPê 44 kurd wek namzed diyar kirine
- MHPê 38 kurd di lîsta xwe de kirine namzed
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse