Kuştina xortê Sûriyeyî: 'Kurê me bêsûc û bêsebeb hat kuştin'

Duh li 08:38
Rawîn Stêrk
Dapîr û bavî Abdullatîf Davvara\ Wêne: Rûdaw
Dapîr û bavî Abdullatîf Davvara\ Wêne: Rûdaw
Nîşan Abdullatîf Davvara Penaberên Sûriyeyî Stenbol Pirsgirêkên Penaberan
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Malbata Abdulatîf Davara diyar kir ku ne wan ne jî kurê wan şerê kesî kiriye û kurê wan bêsûc û bêsebeb hatiye kuştin.

Li Stenbolê zarokekî 15 salî, bi 12 guleyan hat kuştin û derbarê bûyerê de 5 kes hatin desteserkirin.

Navê zarokê ku hatiye kuştin Abdulatîf Davara ye.

Dêya zarokê ku hatiye kuştin, li Stenbolê di erdheja 6ê Sibata sala derbasbûyî de miribû.

Ew nûciwan li cem mala apê xwe li Stenbolê dima.

Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk ev bûyer ji nêzîk ve şopand.

Li gorî zanyariyan Abdulatîf Davarayê 15 salî dema ku hatiye kuştin tevî pismam û hevalên xwe li parkeke navçeya Gazîosmanpaşayê rûniştibû.

Abdulatîf Davara ji aliyê 2 kesan ve ku ser û rûyê wan girtîbûn hatiye kuştin.

Wan êrişkaran 12 gule li parkê reşandine û piştî operasyonekê 5 kes ji hêla polîsên Stenbolê ve hatine girtin.

Polîs îdia dike ku bûyer ji ber nakokiyeke di navbera êrişkaran û malbatê de derketiye.

Malbat vê yekê qebûl nake û dibêje em wan nas jî nakin.

Abdulatîfê ku di erdhêja 6ê sibatê de dayîk û birayekî xwe ji dest dabû li Stenbolê di atolyeyeke tekstîlê de dixebitî.

Bavê wî, Elî Davara xelkê Helebê ye û 15 salên jiyana wî tijî karesat û trajedî ne.

Ew niha ber bi parkê ve dimeşe ku kurê wî yê 15 salî Aldulatîf beriya çend rojan lê hatiye kuştin.

Abdulatîf û pismamê wî dema li parkê rûdiniştin 2 kes nêzikî wan bûn ku kaskên motosîkletan di serê wan de bûn.

Bêyî ku gotinekê jê re bikin, 12 gule li her du zarokan reşandin.

4 ji wan li laşê Abdulatîf rast hatin û ew li nexweşxaneyê mir.

Elî Davara li ser kuştina kurê xwe got:

“Kurê xwişka min Munîr ji min re telefon vekir û ji min re got, xalo Abdulatîf birîndar bûye, were nexweşxaneyê em li Nexweşxaneya Zarokan in.

Ez hatim nexweşxaneyê xebera wî gihişt min.”

Li gorî îdiayan hin kesên ku nêzîkî Partiya Zaferê ne xelkê li koçberan sor dikin û bangî êrişkirina penaberan dikin.

Ev guman ji aliyê polîsan ve tê lêkolînkirin.

Li hêla din malbat wê îdiaya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê red dike.

Ew dibêjin, di navbera êrişkar û malbatê de berê xisûmetek hebûye.

“Me şerê kesî nekiriye”

Elî Davara li ser îdiayê anî ziman:

“Wî berê şerê kesî nekiribû û kesî jî em tehdît nekiribûn.

Me jî şerê kesî nekiribû û kesî jî li me nedabû.

Ev cara yekem e tiştekî wisa tê serê me. Kesî em tehdît nekiribûn.”

Elî û malbata xwe piştî destpêka şerê navxwe yê Sûriyeyê berê xwe da Tirkiyeyê, malbat li Edeneyê bi cih bû.

Di erdhêja 6 Sibatê de avahiya ku tê de bûn rûxiya û hevjîna wî û kurekî wî mirin.

Piştî wê Elî bi destê her du kurên xwe yên mayî girt û çû Stenbolê.

Dijberiya li hemberî penaberên Sûriyeyî û ew heyama tund li hemberî penaberan bû sedem ku kurê wî Abdulatîf were kuştin.

“Êrişkaran gule barandin”

Pismamê Abdullatîf jî li ser kuştina wî got:

“Em 4 kes li vir rûniştibûn. Êrişkar hatin û gule barandin.

Park qerebelix bû. Yên din tev reviyan û pismamê min li vir kete erdê.

Pişt re me dît ku 4 gule li wî ketine û ew li nexweşxaneyê mir.”

“Wî tiştek nekiribû”

Dapîra Abdulatîf jî li ser bûyerê da zanîn:

“Ji malê derket û çû porê xwe biqûsîne, ez jî nû ji bazarê hatibûm.

Ji min re gotin, Ebû Elî birîndar bûye.

Em reviyan çûn nexweşxaneyê û me dît ku birîndar e.

Bes ji min re gotin ku miriye, tenê diçû ser karê xwe û karê dirûnê dikir. Tiştek nekiribû.

Tenê Xwedayê me heye.”

Eliyê ku jiyanê tu tehm jê re nehiştiye bi çavên girî û destên ser dil girêdayî ji parkê vedigere mala ku nîşaneya rewş û halê koçberan e.

Piştî ku ew bûyer qewimî ji hêla Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê ve lêpirsîn hate destpêkirin.

5 kes hatine desteserkirin û lêkolîna bûyerê berdewam dike.

Li aliyê din, gef û guvaşên li ser penaberên Sûriyeyî wekî metirsiyeke mezin li ser jiyana wan, berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst