Zarokekî Sûriyeyî bi 12 guleyan hat kuştin: 5 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Stenbolê zarokekî 15 salî, bi 12 guleyan hat kuştin û derbarê bûyerê 5 kes hatin desteserkirin.

Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê ragihand, li ser kuştina Abdullatîf Davvarayê 15 salî yê ku li Gazîosmanpaşayê hatibû kuştin 5 kes hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyê, Abdullatîf Davvara 21ê Îlonê saet di 21:00ê li Gazîosmanpaşayê dema li parkê bû, 2 kesan gulê berdan wî.

Abdullatîf Davvara birîndar bû û kesên êriş kiriye jî ji cihê bûyerê reviyan.

Tîmên tenduristiyê Abdullatîf Davvara biriye nexweşxaneyê lê tevî hewldanên bijîşkan jî miriye.

Li gel her du êrişakarên bi navê K.C.O. yê 18 salî û F.C.U. yê 18 salî sê kesên din hatin desteserkirin.

Tê gotin ku gumanbar û Abdullatîf Davvara pêştir pev çûbûn û dibe ku bûyer bi mebesta tolhildanê pêk hatibe.

Abdullatîf Davvara jî wekî bi hezaran zarokan ji ber şer û pevçûnan bi malbata xwe re ji Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê kiribû.

Abdullatîf Davvara ji ber ku dayîk, xwişk û birayên wî di erdheja 6ê Sibatê de miribûn, li Gazîosmanpaşayê bi mamê xwe re dima û li fabrîqeya tekstîlê dixebitî.

Li gorî rojnameya Kararê, li parka ku Abdullatîf Davvara hatiye kuştin ev du meh in êrişên nijadperestî tên kirin û bi taybetî jî zarokên Sûriyeyî ji parkê tên derxistin.