Desthilat û mixalefet amadekariyên hilbijartinê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên siyasî yên Tirkiyeyê beriya hilbijartinên şaredariyan, bi awayên cuda ji welatiyan dixwazin dengê xwe bidin wan.

Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu bi jinên Taxa Mîmar Sînanê ya navçeya Sultanbeyliyê ya Stenbolê re civiya û guhê xwe da pirsgirêkên wan.

Kemal Kiliçdaroglu ji jinên taxê xwest ku ji bo başkirina debara jiyanê, di hilbijartina şaredariyan de piştevaniya partiya wî bikin.

Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku hinek pirsgirêk di destê şaredariyan de ne û wiha pê de çû:

“Hikûmeta navendî bacê dixe ser elektrîkê, mazot û hemû tiştekî din. Hûn ji şaredariyê re dibêjin bihayan zêde nekin. Wê demê şaredarî îflas dike û otobûs nikarin tevbigerin.

Dema tu elektrîkê pê dixî, şaredarî pênc corên bacê wernagire lê hikûmeta navendî werdigre. Binêrin, dema hun avê vedikin çar corên bacê didin. Lê şaredarî wernagire, hikûmeta navendî werdigre.”

Hejmara zêde ya penaxwazên Sûriyeyî li Stenbolê, yek ji wan mijaran bû ku hat gotûbêjkirin.

“5 milyon Sûriyeyî anîn vî welatî”

Kiliçdaroglu derbarê vê mijarê de jî got:

“Doz li ser Sûriyeyiyan hat vekirin. Ji bo xatirê Xwedê serok Îmamoglu Sûriyeyî anîn? Min Sûriyeyî anîn? Kê Sûriyeyî anîn vî welatî? Wekî ku pirsgirêka me bi xwe nebe, pênc milyon biyanî hatin.

Dilê min jî bi wan dişewite, zarokên wan jî hene û pirsgirêka wan a debarê heye lê kê pênc-şeş milyon Sûriyeyî anîn vî welatî.”

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz di wê baweriyê de ye ku giraniya jiyanê û ew pirsgirêkên aborî yên xelk rûbirûyê wan dibin demkî ne.

“Bi awayê demkî bilindbûna enflasyonê heye”

Cevdet Yilmaz got, “Em dizanin ku welatiyên me di rewşeke zehmet re derbas dibin. Wekî hemû cîhanê em jî di warê aborî de, bi taybetî di warê giraniya jiyanê de di qonaxeke dijwar re derbas dibin.

Qonax bi qonax û di demeke diyarkirî de bi piştîvaniya Xwedê çareser dikin. Me bername amade kiriye. Îsal bi awayekî demkî bilindbûna enflasyonê heye, em di qonaxeke veguhêz de ne lê di sala nû de gav bi gav wek welat vedigerin ser enflasyona yek xaneyî.”

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê ragihand ku 1ê Kanûna Paşîn a 2024an proseya hilbijartina şaredariyan dest pê dike.

Partiyên mixalefet û desthilatdariya Tirkiyeyê di gotarên xwe de li ser çareserkirina pirsgirêkên aborî radiwestin.