Di doza teqîna Îstîklalê de 3 kes hatin berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Di doza teqîna li Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê de 3 kes hatin berdan.

13ê Çiriya Paşîn a 2022yan li kolana Îstîklalê ya navçeya Beyogluyê ya Stenbolê teqînek çêbûbû.

Di encama teqînê de 6 kesan canê xwe ji dest dabû û 81 kes birîndar bûbûn.

Berpirsa sereke ya êrişê Ehlam Elbeşîr û bersûcên din îro cara duyemîn derketin pêşberî dadger.

Dadgehê biryara berdana bersûcên girtî Zekeriya Mihemed Şemmomî, Mesûd Hesso û Mihemed Şêxo da.

Îro duyemîn rûniştina doza teqîna Beyogluyê ku 27 jê girtî 36 bersûc dihatin darizandin li 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin.

Dadgehê ji ber ku wesfa sûc guheriye biryara qedexeya derketina derveyî welat da Zekeriya Mihemed Şemmomî, Mesûd Hesso û Mihemed Şêxo û ew her sê kes hatin berdan.

Di dozê de Ehlam Elbeşîr jî di nav de bi giştî 24 bersûc girtî ne.

Doz ji bo 13ê Çiriya Paşîn hat paşxistin.