Li Îzmîrê pevçûn: Kesek hat kuştin, 5 kes birîndar in

25-09-2023
Nîşan Îzmîr Pevçûn Kuştî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê, di pevçûna du aliyan de kesek hat kuştin.

Di heman pevçûnê de 5 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, du aliyên ku ji ber şerekî sala 2020an li Dadgeha Îzmirê beşdarî dozê bûn piştî temambûna dozê li xwaringeha li hemberî dadgehê rastî hev hatin.

Her du aliyan bi çekan êrişî hev kir, kesek hat kuştin û 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhestin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.

Polîsan ji her du aliyan 10 gumanbar desteser kirin.

Li gor zanyariyan, sala 2020an di navbera her du aliyan de ji ber sedemeke nediyar pevçûn derketiye û 2 kes hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst