Li Qeyseriyê qeza: 2 mirî, 20 birîndar

25-09-2023
Nîşan Qeyserî Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê şeva borî otobuseke rêwiyan û otomobîlek li hev qelibîn.

 Di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 20 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Qeyserî-Meletiyê şeva borî demjimêr 02:00an otobuseke rêwiyan û otomobîlekê li hev xist.

Di  bûyerê de şofêrê otomobîlê û rêwiyekî canê xwe ji dest da û 20 rêwî jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û tîmên parastina Sivîlan çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhestin nexweşxaneyên cuda yên Qeyseriyê.

Tîman, termên her du kesan jî şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qeyseriyê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst