Li Îzmîrê 151 koçber hatin destserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê 151 koçberên ku hewl didan bi rêyên neyasayî biçin welatên Ewropayê hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Ewlehiya Peravan a Îzmîrê, îro tîmên wan hatine agahdarkirin ku hinek koçber li navçeya Foçayê ya Îzmîrê hewl didin bi belemeke plastîkî xwe bigihînin Ewropayê.

Li ser vê yekê, Tîmên Fermandariya Ewlehiya Perevan çûn wî cihî û 55 koçberên di wê belemê de destser kirin.

Li gorî heman daxuyaniyê, di heman rojê de li cihekî din ê navçeya Foçayê 55, li navçeya Seferhîsarê 25 û li navçeya Dîkîliyê ya Îzmîrê jî 36 koçberên din di deryayê de hatin desteserkirin. 

Hat ragihandin koçberên destserkirî piştî karûbarên yasayî şandin Rêveberiya Koç û Koçberan a Îzmîrê.