Mîthat Sancar: Desthilat her ku diçe kedxwarî, zordarî û şer kûrtir dike

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar ragihand ku desthilata Tirkiyê her ku diçe zilm, zordarî, kedxwarî û polîtîkayên şer kûrtir dike û got: “Li hember wê hêzeke bi navê HDP heye ku serî natewîne û bêyî dayîna ti tawîzekê li ser rêya xwe berdewam dike.”

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar îro 25ê Îlona 2022ê li bajarê Tekîrdag ê Tirkiyê beşdarî 4emîn kongreya asayî ya partiya xwe bû û li wir gotarek pêşkêş kir.

Mithat Sancar anî ziman ku “desthilataTirkiyê her ku diçe zilm, zordarî, kedxwarî û polîtîkayên şer kûrtir dike, lê li beramber wê hêzeke weke HDPê heye ku bêyî rawestan û dayîna ti tawîzekê bi xweragirî li ser rêya xwe dimeşe.”

Sancar diyar ku tevî astengiyan ew li hemû navçe û bajarên Tirkiyê weke partiyek siyasî hene û got: “Em ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên gelên Tirkiyê meşa xwe didomînin. HDP bihêz dibe, hevpeymanên me bihêz dibin û meşa me mezin dibe. Dawiya vê meşê serkeftin e.”

Hevserokê HDPê behsa zext û guvaşên hêzên ewlekariya Tirkiyê li ser partiya xwe jî kirin ku niha doza girtina wê li dadgehên Tirkiyê berdewam dike û got: “Bêyî ku navber bidin, operasyonên xwe berdewam dikin. Hevalên me weke rehîneyên siyasî li girtîggehan dihêlin. Demek nêzîk bi operasyoneke mezin gelek hevalên me yên ku li vir ked didan û têkoşîna xwe dikirin hatin girtin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Mîthat Sancar bal kişand ser çareserkirina pirsa Kurd a li Tirkiyê jî û got: “Ji bo çareseriya pirsa Kurd bi rêyên demokratîk em dê ligel hemû nûnerên civakê bihevre têkoşînê bikin. Li vî welatî pirsa demokrasiyê û pirsa Kurd bihev re ne. Ji bo anîna demokrasiyê li welat pêdivî bi çareseriya demokratîk a pirsa Kurd heye, ji bo çareseriya pirsa Kurd bi rêyên demokratîk jî pêdiviya welat bi   demokrasiyê heye. Belê em, hûn û hevpeymanên me pêdagir in ku çareseriyê bînin vî welatî.”