Raporterê Parlamentoya Ewropayê: Gelekî asan e li Tirkiyê wek terorîst werî binavkirin

25-09-2022
RÛDAW
Nîşan Nacho Sanchez Amor Dayikên Şemiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Raporterê Tirkiyê yê Parlamentoya Ewropayê li Stenbolê serdana Dayîkên Şemiyê kir û got “Gelekî asan li Tirkiyê wek terorîst werî binavkirin.”

Raporterê Tirkiyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor roja 24ê Îlonê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê serdana Dayikên Şemiyê kir.

Amor li wê derê bal kişand ser rewşa Tirkiyê û got: "Gelekî asan e li Tirkiyê wek terorîst werî binavkirin. Banga min bo xelkê Tirkiyê ev e: mafên we hene, wek Dayîkên Şemiyê. Ew bi berdewamî van mafên xwe diparêzin. Hûn jî heman tiştî bikin."

Raporterê Tirkiyê yê Parlamentoya Ewropayê, astengkirina civîna çapemeniyê ya Dayîkên Şemiyê ya 21ê Îlonê li ber Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê û desteserkirina 16 kesan rexne kir û diyar kir "Dadmendiya Tirkiyê careke din deqeke reş li xwe da. Pirsgirêka te ya bi van mirovên ku tenê mafê xwe yê destûrî bikar tînin çiye, çima ev tirs, ez fam nakim."

Herwiha Nacho Sanchez di derbarê hevdîtina bi Dayikên Şemiyê re li ser hesabê xwe yê Twitterê tweetek parveki û tê de dibêje “Pir kêfxweş im ku îro li Stenbolê bi nûnerên Dayikên Şemiyê re hevdîtin pêk anî. Min ji destê yekem li şahidiyên wan guhdarî kir û di rewşa wan a dijwar de hemû hevgirtina xwe diyar kir. Çi wateya wê heye ku meriv vê koma mirovên ku tenê doza edaletê dikin, tacîz bike?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst