Parêzerê malbata Dedeogullari: Berpirsê komkujiyê dozgerî ye

25-09-2021
Ferdî Sak
Nîşan Malbata Dedeogullari Abdurrahman Karabulut
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerê mlabata Dedeogullari derbarê doza malbatê de ji Tora Medyayî Rûdawê axivî û got “Ji bo ku daxwaza me ya parastinê negehandiye aliyên peywendîdar, ez dixwazim li gor belgeyan bibêjim ku tekez berpirsê komkujiyê Dozgerî ye. Ev karê dozgeriyê biçûkdîtin, bê cidiyetî û paşguhxistina mexduriyeta Kurdan e.”

Abdurahman Karabulut parêzerê malbata Dedeogullari ku 30ê Temûza 2021ê li navçeya Meramê ya Konyayê ketibû ber êrîşeke nijadperestî di encam de 7 endamên wê malbatê canên xwe ji dest dabûn, derbarê rewşa dawî  ya  doza wê malbatê de ji Tora Medayayî ya Rûdawê re axivî.

Abdurahman Karabulut da zanîn ku wan piştî êrîşa yekem a di Gulana 2021ê de ji bo malbat li hember êrîşeke dubare bê parastin serî li Dozgeriya Komarî ya Konyayê dane, lê bi ti awayî dozgeriyê guh nedaye wan û got “Me piştî êrîşa 12ê Gulanê 2 caran di mehên Hezîran û Tîrmehê de ji bo parastina malbatê serî li dozgeriyê da û daxwaza zêrevanan kir, lê dozgeriyê derbarê vê daxwaza me de bi ti awayî kar nekiriye. Zêrevan bo malbata Dedeogullari nehatin dayîn, berevajiya wê zêrevan bo malbata li hember hatine dayîn.”

Karabulut eşkere kir ku wan ji bo amadekariyên doza qerebûyê xwestine hinek belgeyên fermî yên derbarê daxwaza wan a parastina malbatê di destê wan de hebin û got ”Ji bo vê yekê me hem ji walîtiyê pirs kir û hem ji Rêveberiya Ewlakariyê  pirs kir ku derbarê daxwaza me ya zêrevanan de ti belgeyek ji aliyê dozgeriyê ve ji wan re hatiye şandin an na? Hefteya borî ji walîtiyê nivîs hat û doh jî ji qeymeqamiya Meramê nivîs hat. Herdu aliyan jî di wan belgeyan de gotine ku bi ti awayî belgeyeke fermî ji aliyê dozgeriyê ve bo parastina malbatê ji wan re nehatiye şandin.”

Parêzerê malbatê herwiha destnîşan kir ku berpirsyariya dozgeriyê di komkujiya malbata Dededeogullari de heye û got "Ji ber bi ti awayî daxwazên me yên derbarê parastinê de negihandine aliyên peywendîdar dozgerên ku di bin banê Wezarata Dadê de kar dikin berpirsên vê yekê ne. Eger dozgeriyê ev yek ji Rêveberiya Ewlekariya Meramê re bigota, dozgerî nedibû berpirs, wê demê Wezareta Navxwe dibû berpirs. Ji ber vê yekê berpirsiya şexsî ya dozger heye. Ez dixwazim li gor belgeyan bibêjim ku tekez berpirsê komkujiyê Dozgerî ye.”

Herî dawî Abdurahman Karabulut tekez kir ku ev yek bi zanebûn ji aliyê dozgeriyê ve hatiye kirin û got “Bûyer çi ye hûn dizanin? Biçûk dîtin, bê cidiyetî û paşguhxistina mexduriyeta Kurdan e.”

Êvara roja Înê 30ê Tîrmehê 2021ê li navçeya Meramê ser bi parêzgeha Konya ya Tirkiyê, nijadperestên Tirk êrişî malbateke Kurd kirin û di êrişê de Yaşar, Îpek, Serpîl, Serap, Sîbel, Metîn û Bariş Dedeogullari 7 kes ji endamên wê malbatê hatin kuştin.

Malbata Dedeogullari ku 24 sal beriya niha li Konyayê bicih bûne, berî niha jî ketibûn ber êrişa grubên nijadperset û endamên malbatê bi giranî birîndar bûbûn. Li gor raportên destpêkê yên pizîşkiya dadî, ji malbata Kurd, Yaşar Dedeogullari, hevjîna wî Îpek Dedeogullari sê kêçan wan Sîbel, Serpil û Serap û du kurên wan Metin û Bariş bi 20 guleyan hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst