Dadgehê cezayê zindanîkirinê da Ferhat Tunç

25-09-2018
RÛDAW
Nîşan Dadgeh Ferhat Tunç Ceza Zindanîkirin
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Dadgeha Stenbolê 1 sal 11 meh û 12 roj cezayê zindanîkirinê da hunermendê navdar Ferhat Tunç.

 

Hunermendê Kurd Ferhat Tunç ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî bi hinceta "propagandaya rêxistina terorê" dihate darizandin.

 

Ferhat Tunç îro li 36emîn Dadgeha Cezayê Giran ê Stenbolê tevlî rûniştina 4em a doza ku derbarê wî de hatiye vekirin bû.

 

Li gor medyaya Tirkiyê, serokê dadgehê Hakan Ozer ji Ferhat Tunç parastina wî pirsî, Tunç jî diyar kir: “Ez hunermend im. Hunermend rewşenbîrek e ku nirxên civaka xwe diparêze. Ez xwedî li prensîpên hunerê derdikevim. Hunermend li gor şert û mercan û desthilatdariyê tevnagere.”

 

Li ser tohmetên ku lê têne kirin, Ferhat Tunç destnîşan kiriye ku tohmet bi pêşdarazî hatiye kirin û gotiye: “Di îdianameyê de xwendina niyetê hatiye kirin. Min pêvajoya Kobaniyê ji nêz ve dişopand. Albûma min a herî dawî bi navê Kobanî ye.”

 

Dadgehê bi hinceta “propagandaya PKK/KCK, YPG û YPJ” 1 sal 11 meh û 12 roj cezayê zindanîkirinê da Ferhat Tunç.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst