Li Tirkiyê efûya giştî bûye mijara rojevê

Enqere (Rûdaw) - Mijara efûyê li Tirkiyê careke din bûye rojev, beriya ku MHP û AKP dest bi gotûbêja tifaqa xwe ya ji bo helbijartinên heremî bikin, MHP projeyasayeke 7 xalî di derbarê efûyê de radestî serokatiya parlamentoyê kir û eger projeyasa were qebûlkirin, nêzîkî 163 hezar girtî dê ji girtîgehên Tirkiyê werin azadkirin.

 

Li 449 girtîgehên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nêzîkî 162 hezar 989 girtî li benda projeya yasaya MHPê ya di derbarê efûyê de ne. MHPê proje yasaya xwe radestî serokatiya Parlemeentoyê kir û biryare ku piştî yekê meha pêşiya me gotûbêj li ser bên kirin. Hikûmetê heta niha helwesta xwe di derbarê projeysayê de aşkere nekiriye, lê oposizyon dibêje ku armanca yasayê berjewnediyên siyasî ne.

 

Cîgirê Serokê CHPê, Oguz Kaan Salici ji Rûdawê re got: “Tê zanîn, ku ev efûya daxwaza MHPê ye û MHP jî aliyê biçûk yê tifaqê ye  lazim e helwesta aliyê mezin ê tifaqê jî bê. Ew berdewam in li ser tifaqa xwe û helwesta tifaqê jî muhîm e.”

 

Projeyasaya MHPê ji 7 xalan û 14 jêrxalan pêk tê û li gorî projeyasayê,  tawanên li dijî dewletê, sîxurî, encamdan çalakiyên terorî , komkujî ,  tawanên destdirêjiyê û çend tawanên bi vî şeklî ji derveyî projeyasayê hatine girtin. Aliyên nêzîkî MHPê jî projeyasayê  weke  pêwîstiyeke  civakî û hiquqî dibînin.

 

Serokê Navenda Kafkasya Bo Lêkolînên Stratejîk (KAFKASAM), Hasan Oktay jî dibêje: “Niha êdî girtîgeh têrê nakin û dibe ku nêzîkî 120 hezar girtî bi vê efûyê werin azadkirin û ev yek jî dê bandoreke baş li malbatên wan û istîqrara civakê bi giştî bike.”

 

Hiqûqnas jî ji efûyeke ku naveroka wê ji aliyê partiyeke siyasî ve hatiye diyarkirin, bêhêvî ne û daxwaz dikin ku bi lihevkirinekê efûyeke giştî were ragihandin.

 

Beşek zêde ya hemwelatiyan jî bi rêya torên civakî behsa wê yekê dikin, ku eger efûyeke bi vî şiklî derkeve ihtimal heye, ku tawanên weke diziyê firotina madeyên hişber û destdirêjiya li hember zarok û jinan zêdetir bibin.