Wezîrê Derve yê Tirkiyê: Em dê êdî pêşmerge rahênan nekin

25-09-2017
RÛDAW
Nîşan Referandum Serxwebûn Kurdistan Tirkiye Pêşmerge Mevlut Çavuşoglu
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê de got, ewê êdî piştgiriya perwedeya leşkerî nedin Hêzên Pêşmerge.

Li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê xelk îro, ji bo giştpirsiya serxwebûnê diçin ser sindoqan.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser encamdana giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê daxuyanî da.

Mevlut Çavuşoglu wihagot: “Heger li hemberî birayên me yên tirkmen midaxaleyeke fiîlî çêbe, operasyona leşkerî dê demildest were kirin."

Çavuşoglu herwi anî ziman ji îro pê ve muxatabê wan Bexda ye û got, ew dê êdî piştgiriya perwedeya leşkerî nedin Hêzên Pêşmerge.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst